Berdevkê YNK`ê: Emê dawiyê li takrewî û paşverûtiyê bînin
Kurdistan 03:51 PM - 2024-09-22
PUKMEDIA
Se`idî Ehmed Pîre; Berdevkê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK)
Se`idî Ehmed Pîre; Berdevkê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê
(YNK) ragihand ku YNK`ê jibo pêkanîna hilbijartinên bê kêmasî û dûr ji destwerdanan
û bidawîkirina takrewî û paşverûtiyê kar dike.
Emê dawiyê li desteserkirina rojnamevanan bîn in
Se`idî Ehmed Pîre; Berdevkê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê
(YNK) di kongreyek rojnamevaniyê de
ragihand ku (Emê Dawiyê Lê Bîn in) diruşma Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê
(YNK) jibo Hilbijartina Gera Şeşem ya Parlemana Kurdistan`ê, wate emê dawiyê li
takrewî û paşverûtî û desteserkirina rojnamevanan bîn in ; û em ê mûçeyên welatiyan rehîne
bigirin, û dawiyê li destwerdana derve di karên karên navxwe û hilbijartinên de
bînin; jiber ku YNK`ê dixwaze hilbijartinên dadmend û bê sextekarî pêk were; û
dê diIgel aliyên din li dijî gendeliyê xebatê dike.
Hilbijartin dê bibe egera pêkanînan parlemanek bi bandor
Berdevkê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê
(YNK) aşkere jî kir ku Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK) digel
paşdaxistina hilbijartinê de nîne, hevdem Emrîka û Îran ê welatên hevsê jî kok
in li ser wê yekê ku hilbijartin di dema xwe de bê encamdan; û bibe egera xurtkirina
rêveberiya herêmê û nehîştina takrewî û bibe egera parlemanek ya bi bandor.
Divê welatî kesên ku bûne egera paşdaxistina mûçeyan siza bidin
Berdevkê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK) got: Ez daxwaz
ji welatiyan dikim ku roja hilbijartinê li ser sindoqên dengdanê wan kesan siza
bidin ku bûne egera paşdaxistina mûçeyên welatiyan.
Ne şêrînkirina Silêmaniyê karekî zarokane ye
Se`idî Pêre got: Ne şêrînkirina bajarê Silêmaniyê karekî
zarokane ye; û çênabe jiber kîn û nefret û tirsa ji encamên hilbijartinê;
bajarek bê ne şêrîn kirin, jiber ku
xelkê Silêmaniyê rewşenbîr in.
Berdevkê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan`ê (YNK) got jî:
Kurdistan beşek ji Êraq`ê ye û pêwîste em bi hevere kar bikin, ne wek
opozisyonê em li vir li dijî Bexdayê biaxivin,jiber ku çendîn postên wek Serok Komar
û Cîgirê Serokê Civata Nûneran û Wezîrê Derve yê Kurd li Bexdayê hene; jiber vê
yekê, em hevparê dewletê ne, lewra her pirsgirêkek divê di civîna civata
wezîran de ji hêla tîmê hikûmetê ve were gotûbêj kirin.
Encamdan serjêmariyê jibo Kurd ji hilbijartinan girîngtir e
Derbarê encamdana serjimêriya giştî li Êraq`ê jî; Se`idî Ehmed
Pîre got: Encamdana serjimêriyê li Êraq`ê jibo Kurd ji hilbijartinê girîngtir e;
jiber hilbijartin her 4 salan carekê tê encamdan û aliyê siyasî yên Kurdistan`ê
jî, pêwîste girîngiyê bidin wê yekê; jiber ku eger serjimêrî bi rêk û pêk were kirin
em ê bi serbikevin û berûvajiya wê Kurd dê winda bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

