Weşandina karên yekem forûma netewî ya bîranîna koça dawî ya Serok Mam Celal
Kurdistan 09:56 AM - 2024-09-21
PUKMEDIA
Yekem forûma netewî ya bîranîna koça dawî ya Serok Mam Celal
Saziya Serok Celal Talebanî û saziya Behr El-Ulum di şeşemîn
salvegera koça dawî ya Serok Mam Celal de temamê xebatên yekemîn dîdara
neteweyî diweşînin.
Merasîma belavkirinê îro Şemiyê 21/ 9/2024ê demjimêr şeş êvarî
li hola Dîdara danûstandinê ya Behr El-Ulum li devera Cadriya ya li paytext
Bexdayê tê lidarxistin.
Hêjayî gotinê ye ku saziya Behr El-Ulum di meha adara borî
de temamê xebatên yekemîn dîdara niştimanî di şeşemîn salvegera koça dawî ya
Celal Talebanî de weşand.
Pirtûk ji aliyê Dr.Ibrahîm Behr El-Ulum ve hatiye amadekirin
û 653 rûpel e û ji aliyê peymangeha alemên ya Lêkolînên bilnd ve, bi sponserî û
piştgiriya saziya Behr El-Ulum hatiye çapkirin.
Roja 3/10/2023 li bajarê Necefê yê pîroz, bi amadebûna Bafil
Celal Talebanî Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, Serokê Komarê Dr. Ebdulletîf
Cemal Reşîd, Serokwezîrê Êraqê Mihemed Şeya El-Sûdanî û Seroka Encumena Bilind
a Dadweriyê dadwer Faîq Zeydan, Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Êraqê
Jenin Plasschaert û kombûnek ji berpirsên payebilind ên hikûmet û partiyan,
kesayetiyên naskirî, balyoz û nûnerên nûneratiyên diplomasî li Êraqê, dîdar
hatibû lidarxistin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

