YNK`ê bi berbijêrên ciwan û xwedan bawername diçe hilbijartinê
Kurdistan 06:32 PM - 2024-09-19
PUKMEDIA
Logoyê YNK`ê
Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê
(YNK) bi 172 berbijêran li her çar bazineyan beşdarî hilbijartina ya Gera Şeşem ya Parlemana
Kurdistn`ê dibe, ku beşek zaf ji berbijêran ciwan in ku bawernameyên
wan di asteke bilind de ne; ku ji sedî 88 xwedanê bawernameyên bilind in û
dabeşbûna wan bi ser taybetmendiyan ku parlemena Kurdistan`ê wê yekê dizwaze.
Berbijêrên YNK`ê xwedan bawername ne
Li gor zanyariyên malpera fermî yê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK) ku ji Mekteba Hilbijartinê
ketiye destên wan,ji sedî 22.67 berbijêrên YNK`ê xwedana bawernameyên xwendina
bilind in ku 39 berbijêr in, her weha ji sedî 65.7 berbijêr bawernameyên yên
Bekaloryos û diblomeyên wan hene ku 113 berbijêr in; hevdem kêmtirîn berbijêr
bawernameyên wan yên amadeyî û jêrtir hene ku rêjeya wê dike ji sedî 11.62 ku
hejamra wan 20 berbijêr in.
Biryare li gor Pêncemîn Mersûma Serokê
Herêma Kurdistan`ê roja 20`ê Cotmeh ya sala 2024 an Hilbijartina Gera Şeşem ya
Parlemana Kurdistan`ê bê encamdan ku Komisyona Bilind ya Serbixwe ya
Hilbijartinên Êraq`ê dê birêve bibe û sêstem hilbijartinê jî pir bazine ye.
Beşek zêde ji berbijêrên YNK`ê ciwan in
Li gor pêdaçûna PUKMEDIA ku pişt bi
zanyariyên berdest girê dide ku ji Mekteba Hilbijartin ya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê
(YNK) derbarê berbijêran ketiye destê wan,
rêjeya temenên berbijêrên Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK) beşek berçav ciwan in ku 23 berbijêr in rêjeya wê digîhîje ji sedî 13. 37 ku temenên wan di
navbera 25 û 40 saliyê de ne, her weha 120 berbijêr temenên wan di navbera 40
bo 60 saliyê de ne ku rêjeya wê dike ji sedî 69.77, digel 29 berbijêrên YNK`ê
temenên wan di navbera 50 û 60 saliyê de ne ku rêjeya wê dike ji sedî 16.86.
Zêdetir ji rêjeya yasayî jin berbijêrên YNK`ê ne
Li gor zanyariyên PUKMEDIA rêjeya
berşdarîkirina jinan bi temamî li ber çavan hatine girtin ku ji koma 172
berbijêran 62 berbijêr jin in û rêjeya wan dike ji sedî 36.
YNK`ê bi 172 berbijêran beşdarî hilbijartinan dibe
Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK) li Hewlêr`ê
bi 64 berbijêran, li Silêmanî 72 berbijêran, li Helebce 6 berbijêran û li Duhok`ê bi 30 berbijêran dê beşdarî Hilbijartina Gera Şaşem ya Parlemana Kurdistan`ê bibe; ku bi giştî hejmara berbijêrên YNK`ê 172 kes in.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

