Firaksiyona YNK`ê daxwaza wekhevkirina mûçeyên Pêşmergeyên Dêrîn û Kêmendaman dike

Kurdistan 03:47 PM - 2024-09-19
Komîteya Darayî pêşwazî li şandeke Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn û Komeleya Kêmendamên Çeperan kir Nivîsingeha Ragihandina Parlemanter Badriya Hisên

Komîteya Darayî pêşwazî li şandeke Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn û Komeleya Kêmendamên Çeperan kir

 Firaksiyona Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK) li Civata Nûnerên Êraq`ê hewl dide mûçeyên pêşmergeyên Dêrîn û Kêmendaman digel hikûmeta federal re wekhev bike;û Firaksiyona Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK jî dibêje: Em piştevaniya daxwaza wan dikin û mafên wan heye ku mûçeyên Pêşmergeyên Dêrîn û Kêmendamên Çeperan bê êxistin ser Bexdayê.

Pêşmergeyên Dêrîn û Kêmendaman serdana Komîteya Darayî kirin

Dr. Nermîn Merûf ; Endama Firaksyona Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK) li Civata Nûnerên Êraq`ê ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand Komîteya Darayî pêşwazî li şandeke Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn û Komela Kêmendamên Çeperan kir; ji bo wekhevkirina mûçeyên hêzên pêşmergeyên dêrîn yên xanenişîn û Kêmendamên Çeperan, sardana wê komîteyê kirin.

Aşkere jî kir ku ew piştgirîya daxwazên wan dikin; û mafên wan heye ku mûçeyên wan bên wekhevkirin digel hêzên ewlekarî û xanenişînên Êraq`î.

Wezareta Koç û Koçberan piştgiriya daxwaza Pêşmergeyên Dêrîn û Kêmendaman dike

Firaksiyona Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK) tekez dike ku ew Pêşmergeyên beriya sala 1991 an koçber bibûn û piştî serhildanê vegeriyabûn Kurdistan`ê; dikarin ji wergirtina mûçe, îmtiyazatan û parçeyên zevî yên mîna yên penaberên ku di sala 2003 an de vegeriyabûn deverên xwe li deverên jêr û navendî yên Êraq`ê sûd werbigirin; ji bo vê yekê şandeyê piştevaniya Wezîrê Koç û Koçberan wergirt; ji bo daxwazên rewa yên Pêşmergeyên Dêrîn û Kêmendamên Çeperan.

Nûnera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bedriye Hisên ji PUKMEDIA re ragihand; Em piştevaniya daxwazên şanda Pêşmergeyên Dêrîn û Kêmendamên Çeperan dikin û di vê çarçoveyê de me serdana Wezîra Koç û Koçberan yê Êraq`ê kir ku wê jî amadebûna xwe ji bo piştgirîkirina daxwazên rewa yên Pêşmergeyên Dêrîn û Kêmendamên Çepran nîşan da.

Bedriye Hisên got:Me gotûbêj li ser guhertina yasaya hijmare 21 ya Wezareta Koç û Koçberan a Êraq`ê ya sala 2009 an kir; û tekezî li ser zêdekirina xalekê li ser rastkirina wê yasayê kir daku ew Pêşmergeyên ku beriya sala 1991 an koçber bibûn û piştî serhildanê vegeriyabûn Kurdistan`ê; divê ew yasa wan bigire navxwe daku sûdmend bin ji wergirtina mûçe, îmtiyazat û parçeyên zevî mîna penaberên ku di sala 2003 an de vegeriyan deverên xwe li jêr û navendî ya Êraq`ê.

Got jî: Emê di rojên pêş de serdana Wezîrê Kar û Barên Civakî bikin ji bo gerentîkirina mafên Kêmendamên Çeperan bi dest bixin; her wiha emê serdana Wezaretên Darayî û Berevaniyê jî bikin ji bo cî bi cîkirina mafên Pêşmergeyên Dêrîn; û firaksiyona Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK) jî dê hemû hewlên xwe ji bo gerentîkirin û hevkarî û pêdaçûnê ji bo mafên Pêşmerge yê Dêrîn û Kêmendamên Çeperan di sazî û dezgehên Hikûmeta Federal de bide.

Firaksiyona YNK`ê: Divê mafên Pêşmergeyên Dêrîn û Kêmendamên Çeperan bên parastin 

Dema 2 rojan e; şandeke Pêşmergeyên Dêrîn û Kêmendamên Çeperan li Herêma Kurdistan`ê ji bo ku mûçeyên wan digel yên Êraq`ê bên wekhevkirin serdana Bexdayê kirine; di wê çarçoveyê de jî digel Firaksiyona Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK) û Wezîra Koç û Koçberan ya Êraq`ê jî civiyane,û her du aliyan piştgiriya xwe ji bo daxwazên wan nîşan dane; û biryar e jî di rojên pêş digel aliyên peywendîdar ji bo heman mebestê bicivin.

Ew şande ji Cemîl Hewramî, Serokê Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn;Ferîqê Yekem Cebar Yawer û Sekerterê Berê yê Wezareta Pêşmerge, Fuad Ebebekir Serokê Komeleya Pêşmergeyên Çeperan û Osman Sedarî Endamê Civata  Bilind ya Pêşmergeyên Dêrîn pêk dihat.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket