Fireksiyona Yekîtî ji bo peydakirina mûçeyên Pêşmergeyên dêrîn kar dike
Kurdistan 11:07 AM - 2024-09-19
PUKMEDIA
Pêşwaziya komîteya darayî li şanda komeleya pêşmergeyên dêrîn
Fireksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li encûmena
nûneran li ser peydakirina hêjayan û baştirkirina asta jiyanê ji bo Pêşmergeyên
kevin û kêmendamên di xendeqan de li Herêma Kurdistanê mîna parêzgehên din ên Êraqê
dike.
Nûnera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bedriye Hisên ji
PUKMEDIA re ragihand: Di çarçoveya xebatên parastina mafên pêşmergeyên dêrîn û
kêmendamên di xendekan de, me bi şandeke pêşmergeyên dêrîn re ku Cemîl Hewramî
serokê komeleya pêşmerge jî di nav de bû,, her weha Sekreterê Giştî yê berê yê
Wezareta Pêşmerge Fûad Ebû Bekir û endamê Desteya Bilind Osman Sîdrî
Pêşmergeyên çendîn serdan li Wezareta Koç û Koçberan a hikûmeta federal û fireksiyona
Yekîtiya Niştimanî li Civata Nûneran kirin.
Herwaha got: Di wê serdanê de, me bi wezîra koç û koçberan
Îvan Fayeq Cebro re hevdîtin pêk anî û bi dilgermî amadebûna xwe ji bo
piştevanîkirina daxwazên şandê nîşan da.
Di hevdîtinan de tekezî li ser pêwîstiya wekhevkirina
mûçeyên hêzên Pêşmerge, pêşmergeyên xanenişîn û kêmendamên di xendekan de hat
kirin.
Wê got: Me her wiha di civînan de tekezî li ser wê yekê kir
ku pêwîste kar li ser zêdekirina xalekê were kirin di dema serrastkirina yasaya
Wezareta Koç û Koçberan li Civata Nûneran da ku têde pêşmergeyên ku berî sala
1991ê aware bûne û piştî serhildanê vegeriyane deverên xwe heman maf û
îmtiyazên ku awareyan li hemû navçeyên Êraqê distînin, bistînin.
Nûner Bedriya Husên wiha berdewam kir: Biryar e şanda han di
rojên pêş de çendîn serdanan bike û li ser garantîkirina maf û îmtiyazên
Pêşmergeyên kevin û kêmendamên di xendeqan de bo wezaretên kar, karûbarên
civakî, darayî û berevaniyê gotûbêj bike.
Nûnerê Badriya Husên tekez li ser wê yekê kir ku Yekîtiya
Niştimaniya Kurdistanê dê berdewam be li ser parastina maf û îmtiyazên Hêzên
Pêşmerge, kêmendamên di xendeqan de û hemû welatiyan.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

