Silêmanî, bajarê azadiyê, bîrdariya parêzvanên Rastiyê ava kir
Kurdistan 10:13 AM - 2024-09-18
PUKMEDIA
Bîrdariya şeîdên parêzvanên rastiyê
Li bajarê Silêmaniyê Bîrdariya Parêzvanên Rastiyê ku ji bo rêzgirtin ji 551 rojnamevanên ku di 20 salên borî de di dema karê xwe yê rojnamevaniyê de jiyana xwe ji dest dane hatiye avakirin. Hejmara rojnamevanên şehîd ku di wê bîrdariyê de hatine nivîsandin 551 şehîd in ku 23 şehîdên wan rojnamevanên biyanî ne û piraniya wan şehîdan di dema romalkirina nûçe û bûyeran de şehîd bûne.
Qubad Talebanî rêya Serok Mam Celal dişopîne
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî derbarê wê bîrdariyê de got: Erkê me ye ku em bergiriyê li azadiya destkeftî bikin û bîranîna şehîdên rastiyê û şehîdên din bidomînin û tekez kir ku tişta ku hêşt em vê yekê bikin nebûna navendên ku navên şehîdan têde hebin li Êraqê ye.Qubad Talebanî ku xwediya wê fikrê bû li ser şopa Mam Celal dimeşe di parastina azadiya derbirînê de ku ev 18 mehan ji bo berhevkirina navên rojnamevanên şehîd ji 2003 ve ji hemû parêzgehên Êraqê kar û xebat kir.
Destpêşxeriyeke baş û pîroz e
Sikirtêrê Sendîkaya
Rojnamegerên Kurdistanê li Silêmaniyê Kerwan Enwer ji PUKMEDIA re ragihand: Ev
cara yekeme ku navên rojnamevanên şehîdên Êraq û Herêma Kurdistanê di yek
bîrdariyê de tên komkirin û cihê avakirina wê gelekî serkeftî ye ji ber ku heta
duh ev der baregeha rêjîma Beis a hilweşiyayî bû.
Got jî: Ev bîrdarî
nêzîkê platforma azadiyê ye li parka Azadî, ku cihê rexne, azadîya derbirrîn û
raderbirînê ye û ev destpêşxeriyeke base ji kurdan re ji bercku li Êraqê 530
şehîd hene û heta niha bîrdariya wan nehatiye çêkirin.
Silêmanî bajarê azadiyê ye
Kerwan Enwer dibêje: Silêmanî bi azadîya bîr û ramanê û azadiya
derbirînê taybetmende û bajarekî kevnar e di warê azadiya rojnamevanî û azadiya
derbirînê de û hemû azadî li vir hene.
Got jî: Em gelek keyfxweş bûn ku Silêmanî ji bo avakirina vê
bîrdariya şehîdên rojnamevanî hat hilbijartin û dê herdem mîrateya wan bê
parastin. Kurd ji her çar perçe kurdistanê têne Silêmanî ji bo ku nerînên xwe
bi azadî derbirînin bê ti astengî ji berk u paytexta çand û erda azadiyê ye.
Eşkire kir: Parka Ezdî berê kampeke îşkencekirin û bidarvekirina
welatiyan bû, lê niha bûye cihê azadiya derbirînê û ramanên din.
Silêmanî bi azadiya xwe ya derbirînê tê naskirin
Berpirsê Rêxistina Peyamnêran bo Mafên Rojnamegerî û
Pêşxistina Mafên Rojnamegeran Hozan Qadir ji PUKMEDIA re ragihand: Silêmanî bi
azadiya xwe ya derbirînê tê naskirin, bîr û rayên cuda di nav xwe de dihewîne,
xwedî dengekî ku hertim rastiyê dibêje ye, û jiyaneke medenî ya xweş dijî.
Wî got jî: Hilbijartina bajarê Silêmaniyê ji bo avakirina monamênta
Parizvanên Rastiyê bijardeyeke baş e, ji ber ku kêmtirîn destdirêjî û girtina
rojnamevanan lê heye û hemû meyl û ramanên cuda di xwe de dihewîne. Avakirina
vê bîrdariyê peyameke girîng e bo Êraq û Rojhilata Navîn ku navên 551
rojnamevanan têde hene û ev yek jî piştrast dike ku Silêmanî di warê azadiya
derbirînê de pileya yekem li Êraqê ye.
Wî bal kişand ser wê yekê ku hebûna malperek ji bo bîrdariyê
gaveke pir girîng e ji bo nasandina jiyana rojnamevanên şehîd û her kesê ku
bixwaze zanyariyan li ser van rojnamevanan bizane dikare ji vê malperê sûd
werbigire.
Dirêjepêdan bi siyaseta Serok Mam Celale
Rojnameger Zana Hesen derbarê avakirina vê bîrdariyê ji
PUKMEDIA`yê re got: Pêngava avakirina vê bîrdariyê dirêjkirina siyaseta serokê rihmetî
Mam Celal di piştgirî û alîkariya ramanên azad de ye.
Got jî: Serok Mam Celal li Parka Azadî platformek ji bo
azadîyê ava kir û got: Ezê ji bo we platformek azad ava bikim û hûn jî dikarin
rexne li min û her tiştê xelet jî bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
02:23 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
11:36 AM - 2026-08-23 -
Bîranîna fermandar Nazim Kerkûkî bilind hat ragirtin
09:17 AM - 2026-08-23
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 08:57 PM - 2026-08-23 Serok Bafil û Helbûsî: Çareserkirina pirsgirêkan bi rêya têgihiştin û bingehên destûrî
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
05:18 PM - 2026-08-23
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
03:55 PM - 2026-08-23
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
02:47 PM - 2026-08-23
Qubad Talabanî: Banka cînî a Silêmaniyê yek ji projeyên herî girîng ên nîştimanî ye
01:18 PM - 2026-08-23
zortrin xwendraw
-
Hevxemiya Serok Bafil ji bo koça dawî ya birêz Feyzulah Heme Reş
YNK 03:12 PM - 2026-08-23 -
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
Cîhan 03:55 PM - 2026-08-23 -
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
Kurdistan 05:18 PM - 2026-08-23 -
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
Kurdistan 02:47 PM - 2026-08-23 -
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
Êraq 03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
Cîhan 02:23 PM - 2026-08-23 -
Emcûmena Nûneran çend projeyasayan gotûbêj dike
Êraq 12:11 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
Kurdistan 11:36 AM - 2026-08-23



.jpg)
.jpg)

Aplîkêşin

