Şêx Cafer: YNK ji bo sererastkirina rêbaza desthilatdariyê, hevpeymaniyê girîng dibîne
Kurdistan 07:15 PM - 2024-09-17
PUKMEDIA
Civînên YNKê li Silêmanî
Serokê Encumena Parastina Berjewendiyên Bilind ên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dibêje:“Daxwaza YNK’ê ji aliyên siyasî re ew e ku piştî hilbijartinan jî hevpeymaniyeke bihêz pêk bînin û hewl bidin şaşî û kêmasiyên rêveberiya xwe rast bikin û bi gel re li hev bikin û daxwazên wan bi cih bînin.’’
Serokê Encumena Parastina Berjewendiyên Bilind ên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Şêx Cefer Şêx Mistefa di civînekê de bi hejmareke zêde ji kesayetên civakî, xizmên şehîdan, têkoşer û kesayetên ji çînên cuda yên herêma Karadagê re ragihand: “Qeredagiyan serbilindiyeke mezin di dîroka siyasî û têkoşîna gelê me de tomar kirine, ji ber ku herêma wan hertim navenda şoreş û serhildanên Kurdistanê bûye û kêm gund li herêmê bê şehîd hene.’'
Serok Mam Celal girîngiyeke taybet dida Karadag û her tim xema gelê xwe bû û bi rêya saziyên hikûmetê vekirina zanîngehekê li Karadagê wek nimûneya xema Serok Mam Celal bo niştecihên herêmê bi nav kir. ‘’Şêx Cafer got.
Serokê encûmenê got jî: “Dema ku tifaqek di navbera aliyên siyasî de hebû, herî zêde berjewendiyên gelê Kurd dihate xizmetkirin, berovajî vê di dema şer û pevçûnan de wendahiyên mezin gihandine gel û destkeftî diketine metirsiyê. “Ji ber wê jî weke her car bangewaziya YNKê ji aliyên siyasî re ew e ku piştî hilbijartinan jî hevpeymaniyeke bihêz pêk bînin û hewl bidin xeletî û kêmasiyên rêveberiya xwe rast bikin û bi gel re li hev bikin û daxwazên wan bi cih bînin.’’
Di civîna ku li salona civînên meclîsê pêk hat de, rêheval Mistefa Çavreş, Dr. Mîran, berpirsê Malbenda Rêxistina Silêmaniyê Ziyadê Şehîd Cebar, Rêheval Cewamer, Cûtyar Nûrî û Mamoste Celal amade bûn.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

