Biryar Reşîd: Yasaya Peymangeha Şehîdan a Iraqê hat guhertin
Kurdistan 06:39 PM - 2024-09-17
PUKMEDIA
Deng ji bo serrastkirina yasaya Peymangeha Şehîdan
Parlamentoya Iraqê yasaya Peymangeha Şehîdan a Iraqê serast kir û li gorî wê yasayê hemû Pêşmergeyên ku li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê şehîd bûne, di Saziya Şehîdan de bi fermî weke şehîd hatine naskirin û xizmên wan jî wek hemû şehîdên Iraqê dê bi hemû îmtiyazên xwe ve bin.
Xizmên wan xwedî hemû îmtiyazan inEndamê Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Iraqê Dr.Biryar Reşîd ji malpera fermî ya YNKê PUKMEDIA re ragihand:“Di guhertina nû de, hemû pêşmergeyên ku li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê şehîd bûne, li Saziya Şehîdan bi fermî weke şehîd tên naskirin.Beriya niha xizmên şehîdên navçeyên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ji ti îmtiyaza sûd wernegirtin. Dr.Biryar Reşîd got.
1285 şehîdên têkoşîna li dijî DAIŞ'ê wê sûdê werbigirin
Endamê Komîteya Şehîdan û Girtiyên Siyasî li Encûmena Nûnerên Iraqê Çiro Hema Şerîf ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) PUKMEDIA re ragihand; “Fraksiyona YNKê kariye mûçe û îmtiyazên şehîdên şerê dijî DAIŞê bixin nav proje yasaya danîna mûçe û îmtiyazên wan li ser Bexdayê, di vê hewlê de hezar û 285 şehîdên şerê dijî DAIŞê ku di Wezareta Pêşmerge de bûn dê sûd werbigirin."
Çiro Hema Şerîf got: Li Herêma Kurdistanê nêzîkî 800 şehîdên şer hene, ku hêzên ewlehiyê ne û heya niha jî dosyayên wan nehatine çareserkirin, herwiha Hikûmeta Iraqê razî bûye mûçeyê girtiyên siyasî bide Bexdayê.’’
Di nava wan de kesên winda yên şerê DAIŞê jî hene
Proje yasa di xwendina yekem û ya duyem de bi hewldana YNKê hat guhertin.Berî niha endama Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Iraqê Serwa Mihemed ji malpera fermî ya YNKê re gotibû;“Çend caran proje yasaya Dezgeha Şehîdan pêşkêşî Encûmena Nûneran hatiye kirin, lê ji bo guhertinan ji hikûmetê re hatiye şandin, ku di şerê li dijî DAIŞê de wenda bûne.
Serwa Mihemed got: “Piştî ku Fraksiyona YNKê daxwaza temamkirina mûçeyên şehîdên şerê li dijî DAIŞê cîbicî kir, hikûmeta Iraqê ew proje ji bo xwendina yekem şand parlamentoyê.
26 hezar şehîdên YNKê hene
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ku bi Partiya Şehîdan tê naskirin, ji destpêka damezrandina xwe ve heta niha 26 hezar şehîd hene, di şerê dijî terorîstan de zêdetirî 1000 şehîd hene ku piraniya wan serkirde û fermandeyên hêzên Pêşmerge bûne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

