Refaat Ebdullah: Xemsariya hikûmeta Herêma Kurdistanê jiyana xelkê zehmet kiriye

Kurdistan 05:42 PM - 2024-09-14
Civînên YNK li Helebce û Şarezorê  PUKMEDIA

Civînên YNK li Helebce û Şarezorê

YNK Komîsyona Bilind a Hilbijartinê

Endamê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Refaat Ebdullah dibêje: "YNK ji rewşa Herêma Kurdistanê nîgeran e û xelk di rewşeke nebaş a darayî û jiyaneke dijwar de dijîn, ev jî ji ber vê rêveberiya ku li Herêma Kurdistanê heye û hikûmeteke xemsarî, neheq, tekparêz û keyfî ye."

Ebdullah di civîna rêxistinî ya şanda bilind a Helebce û Şarezorê de got: "Hilbijartin qonaxeke girîng a guhertinê ye û armanca sereke ya YNKê jî rastkirina rêya rêveberiya herêmê ye."

Şanda ku ji endamên Mekteba Siyasî Refaat Ebdullah û Serkawt Zekî û endamê Serkirdayetiya Dr. Mîran pêk dhat. Di civînê de rewşa siyasî ya partiyê û Herêma Kurdistanê û amadekariyên hilbijartinan gotûbêj kirin.

Sarkawt Zekî wiha got:“YNK dixwaze bi awayekî aştiyane û dûrî hemû tundiyê kampanyayeke hilbijartinê bimeşîne û mînakeke xweş a demokrasiyê nîşan bide.

Wek Dr. Mîran tekez kir ku: “Bernameya YNKê her dem xizmetkirina xelkê ye û armanca wê jî xizmetkirina xelkê ye.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket