Parêzgarê Kerkûkê biryar da ku dest bi parvekirina erdan bike

Kurdistan 05:35 PM - 2024-09-14
Parêzgarê Kerkûkê û hejmarek endamên encumenê Nivîsgeha Ragihandinê ya Parêzgarê Kerkûkê

Parêzgarê Kerkûkê û hejmarek endamên encumenê

Kerkûk

Parêzgarê Kerkûkê erê kir ku zeviya niştecihbûnê ji bo mamosta û karmendên zanîngeha Kerkûkê were dayîn û ragihand:“DI parvekirina zevî dê karmend û mamostayên din ên  Kerkûkê jî bigre nav xwe.’’

Parêzgarê Kerkûkê Rêbwar Taha di civîneke çapemeniyê de got:“Îro me li hev kir ku 600 parçe zevî bidin mamostayên zanîngeha Kerkûkê, bi şertê ku di serjimêriya sala 1957’an de navê wan mamostayan bê diyarkirin û prose wê  berdewam bike.’’

Rêbwar Taha got: "Erd dê mamoste û karmendên din ên bajêr jî bihewîne û her karmendekî mercên mûçeyî  bi cih bîne û sûd jê wernegirtibe, dê erd jê re were dayîn."

Parêzgar lê zêde kir:“Rêveberiya Kerkûkê dê li gorî rênimayan li ser parvekirina  erdan bo hemû sektoran berdewam be, em ê li pêş çavê her kesî ji bo pêkanîna edaletê kar bikin û kesên ku heqê wan erdan in û her kes bigihê mafên xwe.’’

Hêjayî gotinê ye ku hejmarek ji alim, mela, rêveberê giştî yê perwerdeya Kerkûkê, dekanê zanîngeha teknîkî û hejmarek ji mamostayên saziyên ewqaf û perwerde û xwendinê yên sunne jî amade bûn.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket