Mesûd Pizîşkiyan li Silêmanî ji aliyê serokê YNK`ê ve hat pêşwazîkirin
Kurdistan 04:14 PM - 2024-09-12
PUKMEDIA
Serok Bafil û Serokkomarê Îran`ê
Mesûd Pizîşkiyan; Serok Komarê Îran`ê gihîşte
firokxaneya navdewletî ya Silêmaniyê û ji aliyê şandeka bilind ya Yekîtî ya
Nîştimanî ya Kurdistan`ê (YNK) ve bi serokatiya Bafil Celal Talebanî serokê ya
Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistan`ê (YNK) û hejmarek berpirsên hizbî û hikmeta Êraq`ê
ve hat pêşwazîkirin.
Piştre Mesûd Pizîşkiyan; serok Komarê Îran`ê sardana
mezarê serokê Mam Celal kir û qefta gulan li ser mezarê wî danî û di deftera
bîranînan de nivîsî û têde amaje bi wê yekê kir ku, îro Pêncşemê rêkefta 12-09-2024
an bi hevalîniya şandeke bilind ku ji wezîrên Komara Îslamî ya Îran`ê pêk tên; em
gihîştin Silêmaniyê ku derfetk ji bo me çêbû ku em sardana mezarê serok Celal
Talebanî yê xweşwîst û bi rêz jî bikin; û Fatîheyê bixwînin li ser ruhê wî
bixwînin; û silavan li ruhê wî yê bilind,dîtina wî ya vekirî û nêrîna wî ya kûr
ya vî delal bikin;û rêzê li fedakarî û çalakiyên wê zelamê mezin ji beriya dema
şoreşê û heya şoreşê û piştî gihîştina armancên xwe û hewlên wî yên ji bo
yekgirtin û yekrêziya li navxweya welat û baweriya wî bi hevkariyên digel Îran
ya xweşewîst bigirin, û xwedê ruhê wî her demê di nava şoreşgeran û azadîxwazên
cîhanê de bihêle.
Hevdem Mesûd Pizîşkiyan û şanda pêre li Debaşan
digel şanda bilind ya Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistan`ê (YNK) bi serokatiya
Bafil Celal Talebanî civiya; û piştî civînê Pizîşkiyan û şanda pêre bi riya
firokxaneya Silêmaniyê ew parêzgeh bi cih hêlan.
Ev yek di demekê de ye ku roja Çarşem`ê rêkefta 11-09-2024
an Serok Komarê Îran`ê û şanda pêre gihîştin bajarê Bexdayê û ji aliyê Mihemed
Şeya Sûdanî ; Serok Wezîrên Êraq`ê û Balyozê Îran li Êraq`ê ve hatin pêşwazîkirin;
û piştre jî digel Dr. Cemal Letîf Reşîd Serok Komarê Êraq`ê civiya û piştre
çend civînên din jî digel serkirdeyên
aliyên siyasî yên Êraq`ê encam da; îro danê sibehê jî roja Pêncşemê Mesûd
Pizîşkiyan gihîşte bajarê Hewlêr`ê û ji aliyê Serokê Herêma Kurdistan`ê ve hat
pêşwazîkirin û digel serokatî û hikûmeta herêmê civiya.
Ev yekem serdana fermî ya Mesûd Pizîşkîyan ya ji bo derveyî welat e; ji dema
destbikarbûna wî wek serok komarê Îran`ê ve.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

