Serokê YNK û Serokkomarê Îranê li Dabaşanê dicivin
Kurdistan 05:19 PM - 2024-09-11
PUKMEDIA
Serokê YNK û Serokkomarê Îranê
Serokomarê Îranê Mesûd Pazişkyan dê roja pêncşemê li regayê firokexaneya Silêmanî serdana Silêmaniyê bike û bi Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî re bicive.
Serkonsulê Îranê Mihemed Mehmûdiyan li Silêmaniyê di civîneke çapemeniyê de got:"Ev serdan dê yekem seredana derve ya Serokê Îranê Mesûd Pazişkiyan be piştî hilbijartina wî wek serokomar, li ser bingeha siyaseta Îranê ya berfirehkirina peywendiyên digel welat û cîranên din."
Di navbera Iraq û Îranê de peymana lihevkirinê hat îmzekirin
Wî got: "Ji ber giringiya Iraqê, şanda Îranê dê di serdana xwe ya Iraqê de pilan û bernameyên berfireh hebin û di warê siyasî, aborî, çandî, ewlekarî, zanistî û jîngehê de di navbera her du welatan de peymanên têgihîştinê bên îmzekirin."
Konsulê Giştî yê Îranê li Silêmaniyê got: "Ji bilî hevdîtinên berfireh ên li Bexdayê, Serokomarê Îranê Mesûd Pzişkiyan dê serdana Herêma Kurdistanê jî bike û bi rayedarên payebilind ên Hewlêr û Silêmaniyê re bicive."
Serokomarê Îranê wê serdana gora Serokomar Mam Celal bike
Her wiha got: “Li gor planê, Serokomarê Îranê dê serdana Silêmaniyê bike, bajarê wêje û çandê û mala kesayetiya mezin Mam Celal û serdana mezara serokomarê berê Mam Celal jî bike.Wê bi Serokê YNK’ê Bafil Celal Talebanî û rayedarên YNK’ê re bicive.’’
Serdana Pzişkiyan peyamekî girîng e
Mehmûdiyan ji rojnamevanan re got: "Serdana Serokomarê Îranê ji bo her kesî peyamek girîng e ji ber ku têkiliyên Îran û Kurdistanê xwedî koka kûr in û em piştrast in ku car caran hilketin û daketin dê zirarê nede dostaniya me."Wekû ku Serokkomar Pzişkian ji rojnamevanan re got: "Pêwendiyên me bi Kurdistanê re baş in û emê wan baştir bikin."
Îro çarşemî 11.09.2024ê Serokê Îranê Mesûd Pazişkiyan û şandeke pê re gihîşt Bexdayê û ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî û Balyozê Îranê yê li Iraqê ve hatin pêşwazîkirin.Ev yekem serdana xwe ya fermi ye bo derveyî welat piştî destbikarbûna xwe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

