Hikûmetê ev 6 meh in bersiv nedaye daxwaza xizmên şehîd û mexdûrên Enfalê
Kurdistan 06:44 PM - 2024-09-10
PUKMEDIA
Civîna rojnamevanî ya xizmên şehîd, qurbaniyên Enfalê û girtiyên siyasî
Nêzîkî 6 meh in Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva nameya malbatên şehîdan, qurbaniyên Enfalê û girtiyên siyasî nedaye. Xizmên wan di konferansê de gotin: “Heta daxwazên me neyên cîbicîkirin em ji Hewlêrê dernakevin.
"Em ji Hewlêrê dernakevin"
Îro li Hewlêrê xizmên şehîd, qurbaniyên Enfalê û girtiyên siyasî civîneke rojnamevaniyê li dar xistin û ragihandin:“Nêzî 8 caran em hatine Hewlêrê û daxwaza dayîna mûçeyên xwe dikin, lê mûçeyên me nehatine dayîn.Di 22’ê Adara 2024’an de Wezareta Karûbarên Şehîdan û Mexdûrên Enfalê ji Wezareta Darayî û ji wir jî ji Encumena Wezîran re nivîsî da ku mexdûriyeta zêdeyî 25 hezar xizmên şehîd, enfalkiriyan û girtiyên siyasî bên dayîn.’’
“Lê piştre Encumena Wezîran di 22’ê Tebaxa 2024’an de bi hinceta nebûna pereyan ew name bi cih neanîn û ji Wezareta Darayî re vegerandin.Xizmên şehîdan, mexdûrên enfalkiriyan û girtiyên siyasî gotin,nêzî 8 caran em hatine Hewlêrê da ku daxwazên xwe bi cih bînin û mûçeyên xwe werbigirin."
25 sal li Iraqê û 10 sal li Herêma Kurdistanê
Li gorî yasayê xizmên şehîdan û girtiyên siyasî li Iraqê 25 salan mûçeyê distînin, lê li Herêma Kurdistanê 10 salan mûçeyê werdigirin.
Wezîrê Karûbarên Şehîdan û Qurbaniyên Enfalê Ebdullah Hacî Mehmûd wiha got: “Me li gel hikûmeta Iraqê projeyek amade kiriye ku mûçeyên malbatên şehîdan, enfalkiriyan û girtiyên siyasî bidin û ji mafên wan bê par nemînin.Berê 5 hezar û 212 kes ji xizmên şehîd, mexdûrên enfalkirî û girtiyên siyasî mûçe werdigirtin, lê yasaya 25 salan a Iraqê ji me cuda ye, em dixwazin hemû kes mafên xwe bistînin.’’
Zêdetirî 25 hezar kes ji xizmên şehîd, enfalkiriyan û girtiyên siyasî hene ku pereyê xwe wernegirtine, lê li Iraqê 25 salan alîkariyê werdigirin, lê li Herêma Kurdistanê 10 salan alîkariyê werdigirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

