Refaat Ebdullah: Ti pirsgirêk bêyî agahiya YNKê derbas nabe

Kurdistan 02:30 PM - 2024-09-10
Şanda YNKê li Komîteya Amadekar a Baziyanê dicive PUKMEDIA

Şanda YNKê li Komîteya Amadekar a Baziyanê dicive

YNK Hilbijartinên Parlemana Kurdistanê

Refat Ebdullah dibêje: “YNK xwedî pêgeheke bihêz e û ti pirsgirêk bêyî agahiya YNKê derbas nabe û helwestên YNKê jî di berjewendiya xelkê de ne.’’

Endamê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Refaat Ebdullah jî got; “YNKê xwedî pêgeheke bihêze û ti pirsgirêk bêyî agahiya YNKê derbaz nabe û helwestên YNKê di berjewendiya xelkê de ne û tişta ku ji bo xelkê baş be dê bi YNKê re be.’’

“YNK nêrîna xwe li ser karê hikûmetê heye û vê hikûmeta deshilatdar bi tekparêz dibîne, ji ber ku ev hikûmet nekariye bibe hikûmeta hemû gel û hemû bajaran û gelek cudahî hene, lewma YNK derfeteke gelek mezine  dibîne ku di hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê de biserkeve, da ku bikare rêya desthilatdariyê serast bike û hikûmeteke xizmetguzarî pêk bîne.’’

Ebdullah herwiha got: “Ew derfeteke gelek mezine ku di hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê de biserkeve, da ku bikare rêya desthilatdariyê serast bike û hikûmeteke xizmetguzarî pêk bîne.’’
Refaat Ebdullah di serdana xwe ya îro danê sibê roja sêşemê 10.09.2024`an de bi tevî hejmarek ji hevalên Buroya Rêxistinê, serdana Komîteya Amadekar a Baziyanê kir û ji aliyê Rêheval Hewre Sarçnar, Seroka Komîteyê û rêhevalên Baziyanê ve bi germî hate pêşwazîkirin. 

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket