Emar Hekîm:Piştevaniyê li bi parêzgehbûna Helebce dikin

Kurdistan 11:27 AM - 2024-09-10
Seyêd Emar El Hekîm - Serokê Rewta Hîkme PUKMEDIA

Seyêd Emar El Hekîm - Serokê Rewta Hîkme

Helebce

Seyêd Emar El Hekîm; Serokê Rewta Hîkme piştevaniyê li bi parêzgehbûna Helebce dike û dibêje: Girîng e ew bajar bê bi parêzgehkirin; û civata nûneran jî divê berpirsyartiya xwe li hemberî Proje Yasaya bi Parêzgehbûna Helebce cî bi cî bike.

Li gorî daxuyaniya nivîsingeha Seyêd Emar El Hekîm; Serokê Rewta Hîkme di heyama sedana Civata Piştevaniya Helebce de , Serokê Rewta Hîkme di hevdîtina digel şandeke Civata Piştgiriya Helebceyê de, tawanên jenosayd û kîmyabarana Helebceyê bi bîr xist, û bi hûrî guh da têbîniyên Şanda Civata Piştgiriya Helebceyê û ragihand ku ew karesata bi ser bajêr de hatiye ku têde zarok û jin û akinciyên Helebce ji aliyê rêjîma berê ve bi çekên kîmyawî hatibûn bombebarankirin,daxwaz kir ku ew tawan bên bi dokmêntkirin û bikevin nav bernameyên perwerde û xwendinê daku neviyên nû wê rastiyê nas bikin.

Her weha aşkere kir ku veguherîna bajêr ji bo parêzgehê girîng e; û bang li Civata Nûneran kir ku berpirsiyartiya xwe ya ji bo vê hêjayiyê bi cih bîne.

Li ser pişkê Helebce; Çiro Heme Şerîf Endama Civata Nûnerên Êraq`ê ji bo malpera fermî yê Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistan`ê (YNK) PUKMEDIA ragihand ku Civata Piştevaniya Helebce sardana serok komar û serok wezêrên Êraq`ê û cîgirê serokê Parlemana Êraq`ê kir û tekez li ser temamkirina rêkarên bi parêzgehbûna Helebce kirin; û me daxwaz kir ku sînorên parêzgeha Helebce bi fermî ji aliyê hikûmeta Êraq`ê ve bên vekirin.

Çiro Heme Şerîf Endama Civata Nûnerên Êraq`ê got jî: Şanda Helebce di heyama sardana xwe de ya ji bo Bexdayê sardana hizib û aliyên Êraq`ê kir û daxwaz ji wan kir ku piştevan bin ji bo derbazkirina Proje Yasaya bi Parêzgehbûna Helebce û çend pirsên din yên girêdayî wî bajarî.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket