Talebanî: Divê hilbijartin daxwazên welatiyan pêk bîne
Kurdistan 04:58 PM - 2024-09-09
Daxuyaniya Qubad Talebanî
Qubad Talebanî û Balyozê Amerîka
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî li gel Balyoza Amerîka li Iraqê Alina Romanofsky civiya û derbarê hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de û çend pirsên din gotûbêj kirin.
Mijara sereke ya civîna ku îro duşemê (09.09.2024) li Hewlêrê bi amadebûna Steve Bittner konsulê giştî yê Amerîkayê hat lidarxistin, behsa hilbijartinên dahatû yên parlamentoyê hat kirin û tekez li ser wê yekê hat kirin ku divê proseya hilbijartinan bi awayekî paqij û dadperwerane birêve biçe, da ku di warê bidestveanîna xwestek û îradeya welatiyên Herêma Kurdistanê de serkeftî be. Herdu alî li ser wê yekê li hev kirin ku divê grûpa çavdêrên navdewletî ji nêzîk ve çavdêriya proseya hilbijartinan bike.
Li beşekî dinê vê hevdîtinê de rewşa ewlekariya Iraq û navçeyê û pêwîstiya mayîna hêzên hevpeymanan li Iraqê hat gotûbêjkirin, ji ber ku heta niha jî teror metirsiyeke mezin e bo ser ewlehî û aramiya navçeyê.
Di hevdîtinê de behsa peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê jî hat kirin. Di vê derbarê de, Qubad Talebanî hatina şanda hikûmeta federal bo Herêma Kurdistanê bi girîng behs kir û got ku, emê hemû hewlên xwe bidin ji bo ku li gel hikûmeta federal bigihin rêkeftinekê û hemû pirsgirêkan çareser bikin, ji wan jî mijarên girêdayî mûçe û bûdceyê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

