Serok: Em piştgiriya vejandina aborî û xizmetguzariyê li Kerkûkê dikin
Kurdistan 01:17 PM - 2024-09-09
Serokatiya Komara Iraqê
Serokomarê Iraqê Letîf Cemal Reşîd û parêzgarê Kerkûkê Rêbwar Taha
Serokomarê Iraqê Letîf Cemal Reşîd îro duşemî 09.09.2024ê pêşwaziya Rêbwar Taha parêzgarê Kerkûkê kir û rewşa dawî ya parêzgeha Kerkûkê gotûbêj kirin.
Serokatiya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand:Serokomarê Iraqê Letîf Cemal Reşîd li Koşka Bexdayê pêşwaziya parêzgarê Kerkûkê Rêbwar Taha kir û pêşhatên dawî yên parêzgehê di warên ewlehî, aborî û xizmetguzariyê de gotûbêj kirin. Serok balkişand li ser giringiya Kerkûkê, taybetiya wê , bihêzkirina biratî û aştiyê di navbera pêkhateyên wê de.
Di daxuyaniyê de hat gotin: "Serokkomar tekezî li ser pêwîstiya aktîvkirin û bilezkirina pêngavên vejandina rewşa aborî û xizmetguzariyê li Kerkûkê kir û piştgiriya xwe ji bo daxwazên rewa yên xelkê Kerkûkê di warên ewlehî, xizmetguzarî û geşepêdanê de dupat kir."
Di bersivê de parêzgarê Kerkûkê Rêbwar Taha xweşhaliya xwe ji bo rênimûnî û guhdana serokomar bo Kerkûkê nîşan da û tekez li ser wê yekê kir ku dê hemû hewlên xwe bo xizmetkirina xelkê Kerkûkê bi hemû pêkhateyan bidin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

