Komisyonê 3 berbêjêrên din dûrxistin

Kurdistan 06:38 PM - 2024-09-08
Logoyê Komisyona Bilind ya Serbixwe yê Hilbijartinan PUKMEDIA

Logoyê Komisyona Bilind ya Serbixwe yê Hilbijartinan

Hilbijartin

Komisyona Bilind ya Serbixwe yê Hilbijartinên Êraq`ê dûrxistina 3 berbijêrên din yên ji bo Hilbijartina Gera Şeşem ya Parelemana Kurdistan`ê ragihand ku bi vê yekê; hejmara berbijêrên hatine dûrxistin heya niha gihîşte 7 kesan, ku çi kes ji wan yên Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistan`ê (YNK) ne bûne; û li gor zanyariyên PUKMEDIA tevaya berbijêrên YNK`ê mercên komisyonê derbaz kirine.

 Ew 3 berbijêr mercên komisyonê di wan de ne bûne

 Komisyona Bilind ya Serbixwe yê Hilbijartinên Êraq`ê di daxuyaniyekê de ku kopiyek ji wê ji bo malpera fermî ya Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistan`ê (YNK) PUKMEIDA şandiye têde ragihandiye ku Civata Komisyaran biryara dûrxistina 3 berbijêrên din yên ji bo Hilbijartina Gera Şeşem ya Parlemana Kurdistan`ê daye;  jiber ne bûna mercên komisyonê di wan de.

Di daxuyaniyê de hatiye: Her yek ji Şêrwan Şêrwanî ji Lîsta Helwest li bazineya Hewlêr`ê, Şivan Seîd ji Lîsta Neweya Nû li bazineya Duhok`ê û Cefer Osman ji Lîsta Goran li bazineya Silêmaniyê; jiber ne bûna mercên komisyonê di wan de hatine dûrxistin.

Komisyonê di daxuyaniya xwe de daxwaz ji wan aliyan kiriye ku berbijêrên wan yên hatine dûrxistin di heyama 3 rojan da navên berbijêrên nû arasteya komisyonê bikin daku berbijêrên hatine dûrxistin ji kaxaza hilbijartinan bên derxistin û li cihê wan berbijêrên nû bên danîn, hevdem ji bo wê mebestê jî beşê kargêrî ya hilbijartinan li komisyonê hatiye agahdar kirin ji bo encamdana rêkarên pêwîst.

Komisyonê aşkere kiriye ku; ew berbijêr li gorî madeya 21 ji Yasaya Hilbijartinên Parlemana Kurdistan`ê; ya hejmare 1 ya sala 1992 an hatiye serrastkirin; hatine dûrxistin.

Mercên berbjêrbûnê:
 
Li gor pêdaçûneke PUKMEDIA ew madeyên ku berbjêr li gor wê yekê hatine dûrxistin ji 6 mercan pêk tln ku ev in:

Yekem:Welatî û akinciyê Kurdistan`ê be.

Duyem: Nivîs û xwendinê bi başî bizane.

Sêyem: Temenê wî ji 30 saliyê zêdetir be û ji rûyê aqil ve temam be.

Çarem: Divê ew bi tawaneke rezîl ne hatibe sizakirin.

 Pêncem: Bi tawanê dizî û kuştina bi mebest ne hatibe sizakirin.

Şeşem: Beşdar nebû be di tawanên Hizba Be`is li dijî Kurd li Kurdistan`ê.


Ev yek di demekê de ye ku Komisyona Bilind ya Serbixwe yê Hilbijartinên Êraq`ê roja 06-08-2024 an dûrxistina her yek ji Hêlîn Ekrem, Hêmin Omber, Saman Mehmûd û Diyarî Hîdayet yên ji bo Hilbijartina Gera Şeşem ya Parlemana Kurdistan`ê ragihandibû; jiber ku serpêçî di yasayên komisyonê de kiribûn ku yek ji wan berbijêran; berbjêrê take kesî ye û 3 berbijêrên din jî ku yek ji wan berbijêrê Neweya Nû bû.

Çi berbijêrekî YNK`ê ne hariye dûrxistin

Kandîdnên Yekîtî ya nîştimanî ya Kurdistan`ê (YNK`ê) li her 4 bazineyên Hilbijartina Parlemana Kurdistan`ê çi pirsgirêkek wan nebûne û hemû mercên berbijêrbûn di wan hene û ew destpak in û çi tawanên wan yên berê jî nîn in.

Çavkaniyek ji Mekteba Hilbijartinan yê Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistan`ê (YNK`ê) ji bo malpera fermî yê PUKMEDIA ragihand ku, berbijêrên YNK`ê hemî merc di wan de hene ku Komisyona Bilind ya Serbixwe yê Hilbijartinên Êraq`ê diyarî kirine û çi berbijêrek YNK`ê ne hatiye dûrxizstin.

Mekteba Hilbijartinan yê Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistan`ê (YNK`ê) dibêje: Piştî pêdaçûn û hûrbîniyê ji bo berbjêran ji aliyê dezgehên taybetmend yên Êraq û Herêma Kurdistan`ê ve,berbijêrên YNK`ê tevaya mercên berbijêrbûnê di wan de hene ku dê beşdarî hilbijartinê bibin.

Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistan`ê (YNK`ê) dê bi 172 berbjêran beşdarî Hilbijartina Gera Şeşem ya Parlemana Kurdistan`ê bibin ku biryare roja 20`ê Cotmeh ya sala 2024 an bi rêve biçe.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike