Şinyar Enwer: Nivîsingeha Hikûmeta Herêmê li Waşinton`ê li dijî Silêmaniyê kar dike
Kurdistan 05:33 PM - 2024-09-08Kongreya Rojnamevanî yê Şinyar Enwer
Şinyar Enwer
derbarê encamê sardana wê ya ji bo Kongrêsa Emrîka ragihand: Jibo Cînosayd nasandina
Enfal û Kîmyabaranê ji sedî sed me piştgiriya kongrêsê bi dest xistiye û
pabendiya yasayî jî ji bo serokê Emrîka dirust dikin daku parêzgariyê li gelê
Kurd bike, her weha dibêje: Pêwîst bû Nivîsingeha Serokê Hikûmetê li Waşinton`ê
ev kar kiriba, lê me bi riya peywendiyên xwe pêngavên serkeftî me avêtin, di demekê
de ku Nivîsingeha Serokê Hikûmeta Herêmê li Waşinton`ê hizbayetiyê dike , ne ku
kar ji bo doza Kurd dike û lobiyê li dijî Silêmaniyê dike ku bi wê yekê dixwaze
Silêmaniyê ne şêrîn bike.
Serokê kongrêsê piştgirê me ye
Şinyar Enwer
jina çalakvan û lêkolera siyasî derbarê encama sardana xwe ya ji bo Kongrêsa
Emrîka; di kongreyeke rojnamevaniyî de ragihand: Min tevaya belge û name ya
rizgarbûyên Enfal`ê pêşkêşî Serokê Emrîka û Serokê Kongrês`ê kir; û
kongrêsmanan jî piştgiriya wê yekê kirin ku her proje biryarek ya Emrîka
derbarê cînosaydkirina Enfal û Kîmyabaranê bê derxistin ewê piştre rê bikin ji
bo serokê kongrêsê.
Aşkere
jî kir ku di civîna me ya digel serokê Kongrêsê soz da ku her demê proje biryarek
ji aliyê endamên kongrêsê ve bê şandin; ew yekê red nakin, bi vê jî me ji sedî
sed piştgiriya serokê kongrêrê bi destxist.
Şinyar Enwer got: Hevdem serokê kongrêsê pêşniyar kir ku, di salvegra Enfal`ê
de hejmarek ji kongrêsmanan de sardana Çemçemal`ê bikin daku ji nêzîk ve kes û
karên rizgarbûyên Enfal`ê bibînin û belgeyên zêdetir bi destbixin, yan jî hejmarek
ji rizgarbûyên Enfal û kes û karên wan dê biçin Emrîka bikin û digel serokê
kongrêsê bicivin.
YNK`ê saziyekê ji bo cînosayd nasandina Enfal û Kîmyabaranê dirust dike
Her weha
got jî : Di pilana me de ye ku digel Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistan`ê (YNK) û
komelek dadwerên xanenişîn û pisporên yasayî projeyek taybet ji bo dirustkirina
saziyeke taybet ji bo nasandina cînosaya Enfal û Kîmyabaranê dirust bikin ku
karê wê dê lobîkirin be di warê siyasî û çandî û hunerî de.
Şinyar Enwer di berdewamiya axaftinên xwe de ragihand ku her çende ev pêngav gelekî girîng in, lê ne hêsan in ku
pêwîst bû hikûmeta herêm yan nivîsingeha hikûmetê li Waşinton`ê ev kar kiriba,
lê me bi riya peywendiyên xwe bi serkeftiyane ev pêngav avêtin.
Emrîka û serokê wê parêzgariyê li Kurd dikin
Got jî: Girîngiya
vê babetê di wê yekê de ye ku, sala 2018 `an yasayek li Emrîka derket ku kar li
ser rêgirîkirin li cînosaydê dike li cîhanê bi vê jî pabendiya yasayî ji bo
serokê Emrîka dirust dike, ewê ne tenê hevxemiya gelê Kurd bikin, lê eger careke din
rûbirûyê qirkirinê bibin, Amerîka û serokê wê dê wan biparêzin.
Li Emrîka Lobî li dijî Silêmaniyê tê dirustkirin
Şinyar
Enwer aşkere kir ku nivîsingeha hikûmeta herêmê li Waşinton`ê hizbayetiyê dike;
ne kar ji bo doza Kurd dike, lewra ez ji wan re dobêjim: Ev Nivîsingeha Parexweranê ye;
ne Nivînsineha Hikûmeta Herêma Kurdistan`ê ye, di sardana vê carê de ya jibo
Emrîka hejmarek kongrêsmanan ji min re gotin ku: Nivîsingeha Hikûmeta Herêma
Kurdistan`ê li dijî Silêmaniyê lobiyê dirust dike; û dixwaze Silêmaniyê ne şêrîn
bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
10:17 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
Kurdistan 09:44 AM - 2026-10-09 -
Zeydî: Me hikûmet wergirt û qebareya deynê giştî ji 208 trîlyon dînarî zêdetir bû
Êraq 11:22 PM - 2026-10-08 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

