Derbaz Kosret Resûl: Kak Kosret kelha wêrekî û berxwedanê ye
Kurdistan 12:12 PM - 2024-09-07
Rûpela Taybet ya Derbaz Kosret
Kosret Resûl Elî
Derbaz
Kosret Resûl, di 29 ehemîn salroja hêrişkirina ser karwana otombêlên Kak Kosret
de ji aliyê terorîstan ve,radighîne ku, Kak Kosret wek kelaha wêrekî û berxwedanê
rawestaye û bi biryardarî qehremaniyê dibexşe.
Derbaz
Kosret Resûl, Endamê Mekteba Siyasî ya Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistan`ê (YNK`ê
) ragihand ku Kak Kosret ruhekî xweragir ku şikestinê vediguherîne bo hêzê, û
wek kelha wêrekî û berxwedanê rawestaye, û ruhê qehremantiyê dixemilîne û bi
biryardarî lehengiyê dibexşe.
Derbaz
Kosret Resûl dibêje:Di rojeke wek îro de, beriya 29 salan roja Pêncşema 7ê
Îlon ya sala 1995 an demjimêr 9 û 45 deqeyan, ku wê demê Kak Kosret Resûl Serokê
Hikûmeta Herêma Kurdistan`ê bû, di dema çûna bo Civata Wezîran ya Hikûmeta
Herêma Kurdistan`ê li bajarê Hewlêr`ê de, bombeyek çandî ya terorîstan bi karwana
otombêlên wî ve li cadeya 60 metrî ya bajarê Hewlêr`ê ku wê demê jêre
digotin (Çar riyane Eyn Kawe) ye ku niha cihê Wezareta Dad ya hikûmeta Herêma
Kurdistan`ê ye; teqiya.
Di
nivîsa Derbaz Kosret Resûl de hatiye: Kak Kosret di vê karesatê de ji kendalê
mirinê rizgar dibe, lê mixabin 9 kes ji desteya parêzgariya Kak Kosret bûn
qurbanî ku di nava wan de 4 kes şehîd û 5 kesên din jî bi giranî birîndar bûn; navên
şehîdan wiha ne: (şehîd Mewlûd, şehîd Selîm, şehîd Ehmed, şehîd Rizgar) û navên
birîndaran jî wusa ne : (Hîwa, şehîd Haşim, Nebez, Şêrwan, Mihemed); serbilindî
ji bo şehîdên wê karesatê ku hertimî di bîranînên me de zindî ne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

