Doza Behzad Xesrewî ti pêwendiya wê bi çalakiyên siyasî re nine
Kurdistan 11:31 PM - 2024-09-06
Asayîşa Herêma Kurdistanê
Hemwelatî Behzad Xesrewî
Asayîşa Herêma Kurdistanê derbarê dosyeya welatiyê bi navê Behzad Xesrewî de daxuyaniyek belav kir û tê de wiha got: “Dosyeya Behzad Xesrewî ti pêwendiya wî bi çalakiyên siyasî re nîne û destûra rûniştina wî li Herêma Kurdistanê tunebû, lewma li ser daxwaza xwe bo Komara Îslamî ya Îranê hat vegerandin.”
Li gorî daxuyaniya ku ji PUKMEDIA re hatiye şandin: “Piştî heftiya borî welatiyê bi navê (Behzad Xesrewî) ji ber nebûna destûra rûniştinê ya li Silêmaniyê ji aliyê asayîşa Silêmaniyê ve hat girtin, di encama lêkolînan de derket holê ku ti pêwendiya wî bi kar û çalakiyên siyasî re nîne li Herêma Kurdistanê.’’
Behzad Xesrewî piştî desteserkirina xwe li ser daxwaza xwe daxwaza vegerê bo Komara Îslamî ya Îranê kir.Rêbazên yasayî yên vegerandina wî bi rêya Rêveberiya Nişteciyên parêzgeha Silêmaniyê hatine cîbicîkirin.”
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

