Firaksyona YNK:Divê rola NY di biserxistina hilbijartinê de hebe
Kurdistan 03:26 PM - 2024-09-05
PUKMEDIA
Civîna Şandiyê Neteweyên Yekbûyî digel nûnerên firaksyonên Kurdî li Parlemana Êraq`ê
Şandiyê
Neteweyên Yekgirtî ji bo Pêdawîstiyên Hilbijartinê, sardana Civata Nûnerên Êraq`ê
kir û digel hejmrek parlementeran civiya, nûnerayetiya firaksyona YNK`ê jî
dibêje: Me daxwaz ji Neteweyên Yekgirtî kir ku roleke wan ya çalak hebe di biserxistina piroseya Hilbijartina Parlemana Kurdistan`ê de.
Nûnerayetiya
Firaksyona Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistan`ê di daxuyaniyekê de ku kopiyek ji
wê ji bo malpera fermî ya Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistan`ê (YNK) PUKMEDIA hatiye
şandin ragihand ku, şandiyê teybetê yê Neteweyên Yekgirtî bi mebesta pêşkêşkirina
hevkariyên ji bo Komisyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinên Êraq`ê di piroseya
Hilbijartina Parlemana Kurdistan`ê de sardana Civata Nûneran kir.
Di
daxuyaniya firaksyona Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistan`ê (YNK) de hatiye, me
wek nûnerên firaksyonê ji wan re behsa girîngiya encamdana Hilbijartina
Parlemana Kurdistan`ê kir û me piştrast kir ku baweriya me bi ezmûn û şiyana Komisyona
Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinên Êraq`ê heye ku dikare bi başî hilbijartinê
birêve bibe, hevdem ezmûnek me ya tal jî digel Komisyona Hilbijartinên
Kurdistan`ê hebû, jiber ku yasaya komisyon û yasaya hilbijartinê li Kurdistan`ê
xizmetek paqij û bê kêmasî ne kiriye.
Nûnerayetiya
Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistan`ê (YNK) got: Me daxwaz ji Şandiyê
Neteweyên Yekgirtî kiriye ku, pêwîste Neteweyên Yekgirtî roleke wê çalak
di biserxistina piroseya Hilbijartina Gera Şeşem ya Parlemana Kurdistan`ê
de hebe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

