Komîsyon: Rêjeya wergirtina kertên hilbijartinan gihîşt 93 ji sedî

Kurdistan 10:08 PM - 2024-09-04
Dengdan PUKMEDIA

Dengdan

Hilbijartinên Parlemana Kurdistanê

Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan ragihand ku hejmara kertên ku li Herêma Kurdistanê ji bo dengdanê li ser welatiyan hatine belavkirin, du milyon û 685 hezar û 466 kert, bi rêjeya %93 ye.

Berdevka Komisyona Hilbijartinan Cûmana El-Gelayî di daxuyaniyekê de ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA re ragihand: Komîsyonê li ser cîbicîkirina planên ku ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatine amade kirin berdewam e û pêbende bi wê Li gorî qonaxên proseya hilbijartinan, 2 milyon û 685 hezar û 466 kertên hilbijartinan ji du milyon û 899 hezar û 578 kertên hilbijartinan li çar deveran hatine dabeşkirin.

Komisyonê eşkere kir ku tenê 214 hezar û 112 kertên hilbijartinê mane ku ji aliyê welatiyan ve nehatine wergirtin. Ji ber vê yekê em bang li dengdêran dikin ku serdana navendên komîsyonê yên li Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helebce bikin û kertên xwe yên hilbijartinê werbigirin û mafê xwe misoger bikin.

Li gor amarên dawî yên Komisyonê, %96.49ê hemû dengderên bajarê Duhokê kertên xwe yên hilbijartinê wergirtine, %92.86ê wan li Hewlêrê kertên xwe yên dengdanê wergirtine û %89.61ê dengderên Silêmaniyê jî kartên xwe yên hilbijartinê wergirtine. û li Dihokê jî %95.08ê dengderan karta hilbijartinê wergirtine.

Pêngavên Komîsyona Hilbijartinan piştî wê yekê tên ku îro 26.06.2024ê Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şihab di kongirekî rojnamevanî de ragihand: Serokatiya Herêma Kurdistanê biryar da ku roja 20/10/2024ê weke biryareke nû bo roja lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê diyar kir.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket