Vegerandina hevsengiya hêzan wê rêveberiya herêmê sererast bike
Kurdistan 03:57 PM - 2024-09-03
PUKMEDIA
Parlamentoya Kurdistanê
Endamekî Serkirdatiya YNKê ragihand, YNK hewl dide hikûmeteke xizmetguzarî ava bike ku bi awayekî wekhev li Herêma Kurdistanê reftar bike û cudahiyê neke navbera ti herêmekê. Serrastkirina rêbaza hukimdariyê û vegerandina hevsengiya hêzan armanca YNKê ye di proseyeke demokratîk a Herêma Kurdistanê de got:’’Bihêzkirina YNKê tê wateya guhertina desthilatê û vegerandina hevsengiyên li
Herêma Kurdistanê.”
Têkiliyên YNKê destkeftiyên girîng bûn
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî ragihand, ku Encûmena Serkirdatiya wê partiyê li Hewlêrê civînek ji bo gotûbêjkirina pirsên girêdayî Hikûmeta Herêma Kurdistanê lidar xist û got:"Em ê polîtîkaya sererastkirina rê, hevsengiya hêzê û avakirina rêveberiyeke baş bikin rastiyeke berçav."
Li hevdîtinê de Serok Bafil ronahî xiste li ser rewşa siyasiya Kurdistan û Iraqê û siyaseta YNKê li ser wan û bi taybetî encamên pêşxistina peywendiyên dîplomatîk ên YNKê li ser asta Iraq, navçe û navdewletî ku ji bo gelê me bûne destkeftên girîng.
Serrastkirina rêbaza rêveberiyê daxwaza gel e
Endama Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Rebîha Hemed ji PUKMEDIA re wiha got: Xurtkirina YNKê tê wateya guhertina hikûmraniyê û vegerandina hevsengiya hêzan li Herêma Kurdistanê, ku helbet bi vî awayî û di proseyeke demokratîk de em dikarin rêya şaş a desthilatdariyê serast bikin.’’
“Serrastkirina rêbaza desthilatdariyê li Herêma Kurdistanê daxwaza hemû pêkhateyên gel e û ji bo vê jî tenê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistan dikare vî karî bigre ser milê xwe, ji ber wê jî divê em hemû hewlên xwe ji bo bihêzkirina YNKê ji bo vegerandina hevsengiya hêzê li herêmê bikin.”wiha got
Endamê Serkirdatiya YNKê got: “Çawa ku di van du salên borî de bihêzkirina peywendiyên dîplomatîk ên YNK’ê bandor li ser rastkirina rêbaz û başkirina jiyana welatiyan kiriye, em her wiha dixwazin YNK jî ji bo xizmetkirin û avakirina hikûmeteke xizmetguzarî bihêz be.’’
YNK valahiya desthilatdariyê rast dike
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) hewla serrastkirina rêya desthilatdariyê li Herêma Kurdistanê dide û daxwaz ji xelkê jî dike ku bihêztir bibe da ku hikûmetê vegere ser rêya xwe ya rast û di proseyeke demokratîk de rewşa xelet a desthilatdariyê serast bike.
Endamê Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Şilêr Şehîd Xefûr ji PUKMEDIA re ragihand: “Ji bo civîna şeşemîn a hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, YNK dê daxwaza serrastkirina rêya rêveberiyê li herêmê bike û ji bo vê yekê jî bang li gelê kurd dike ku YNKê bihêztir bike ji bo bihêzkirina Kurdistanê.
Şilêr Şehid Xefûr got: “Pêwîste gel dengê xwe bide guhertina hikûmeta malbatî û eşîrî bo hikûmeteke xizmetguzarî, ku tenê bi bihêzkirina YNKê pêkan e.’’
Endamê Serkirdatiya YNKê got:“Xelkê Herêma Kurdistanê zêdetirî 10 salan e tûşî neheqî, rêveberiya xirab û nebûna xizmetguzariyan bûye, ji ber wê jî niha derfeteke başe ji bo xelkê ku di proseyeke demokratîk de hevsengiya hêzan pêk bînin.”
Biryre şeşemîn rûniştina hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê dê roja 20-10-2024 bê lidarxistin.YNK hemû amedekarî kiriye û dixwaze bi vê pêvajoya demokratîk de ,rêya rêveberiya şaş a li herêmê sererast bike û hikûmeteke xizmetguzarî ava bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

