Serok Bafil: YNK rê nade cudabûn û dîktatoriyê di rêveberiyê de
Kurdistan 07:52 PM - 2024-09-02
PUKMEDIA
Civînên Serokê YNKê li Hewlêrê
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li baregeha Mekteba Siyasî ya Hewlêrê bi serokên navçeyên hilbijartinan ên parêzgeha Hewlêrê re civiya.
Di civînê de ku bi amadebûna rêheval Refat Ebdullah, Derbaz Kosret Resûl, Aso Mamend û Rêwaz Fayeq, endamên Mekteba Siyasî û Saadî Ehmed Pîra berdevkê YNKê, Serok Bafel Celal Talebanî spasiya hewldanên bêwestan ên Hewlêriyan yên ji bo guhertinê û serastkirina rêya şaş a desthilatdariyê kir. Got jî: YNK wek her carê dê li gel Hewlêrên berxwedêr bimîne û vê carê jî bi hev re ji Hewlêra paytext mizgîniya avakirina hikûmeteke ku xizmeta welatiyan bike û bi can û çarenivîsa wan nelîze.’’
Derbarê lidarxistina hilbijartinan û guhertinên desthilatê de jî Serok Bafil got ku YNK bi ti navekî rê nade cudahî û dîktatorî di desthilatê de hebe û di warê mûçe û debara xelkê de pirsgirêk hebe.Ya ku divê biqewime avakirina qonaxeke nû ya desthilatdariyê ye ku bersiva daxwazên welatiyan bide û bikare pirsgirêkên mûçe û debara xelkê çareser bike û jiyana xelkê xwe neke qurbaniya nakokiyên siyasî û nedadperwerane.Lewma ev hilbijartin derfeteke girîng û diyarkere ku em hemû bi ruhekî niştimanî û berpirsane ber bi pêşerojeke aramtir ve biçin û pêşerojeke geştir ji bo nifşên xwe ava bikin.
Di dawiya hevdîtinê de jî Serokê YNK'ê xîtabî Hewlêriyên serbilind kir û got, bi piştgiriya Xwedê û gelê xwe yê dilsoz, me di dema borî de gavên mezin û bi bandor avêtine, ez bawer im di pêşerojê de jî bi ruhê yekîtî û kurdewarî yê bê westan emê serkeftinên mezin bi dest bixin.Hewlêr axa pîroz a Kurdistanê ye û ya hemû kesên ku bi dil û can ji Kurdistanê hez dikin, ne yên ku ji bo berjewendiyên teng ên hizbî û şexsî bikar tînin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

