Serok Bafil: Em ê rastkirina rêbaz û hevsengiya hêzê bikin rastiyek
Kurdistan 04:37 PM - 2024-09-02
Rûpela Tayîbetî ya Serok Bafil
Civîna Encûmena Serkirdatiya YNKê
Encûmena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) tekezî li ser gotara giran û eşkere ya YNKê li ser rastkirina rêbaza hukimdariyê û guhertina hevsengiyên hêz li Kurdistanê konkret dike. Serok Bafil Celal Talebanî mizgînî da gelê Kurd ku.“Siyaseta serrastkirina rê, hevsengiya hêzê û destpêkirina rêveberiyeke derbest bikine rastiyeke berçav’’.
Piştî civîna îro ya encûmena serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî Kurdistan li Hewlêrê di daxuyaniyekê de hûrgiliyên civînê û mijarên jêrîn eşkere kir;
Serok Bafil Celal Talebanî bi serpereştiya civîna Encûmena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê di civînê de pêşhatên dawî yên siyasî yên li herêmê, Iraq û navçeyê hatin gotûbêjkirin.
Di civînê de tekezî li ser guftûgoya giran û eşkere ya YNKê li ser rastkirina rêbaza desthilatdariyê û guhertina hevsengiyên hêzan li Kurdistanê hat kirin.
Serok Bafil Celal Talebanî di destpêkê de balkişand li ser rewşa siyasiya Kurdistan û Iraqê û siyaseta YNKê li ser wan û bi taybetî encamên peywendiyên me yên dîplomatîk ên pêşkeftî li ser asta Iraq, navçe û navdewletî de, ku ji bo gelê me destkeftên girîng in.
Serokê YNKê eşkere kir ku serkeftina YNKê ya me û gelê Kurd, bidestxistina posta parêzgarê pêkvejîyan û xizmetguzariyê Kerkûkê û beşdarbûn û şirîkatiya me di rêveberiya Mûsilê de serkeftineke mezin e. Divê em tiştekî bikin ku ev ruhê serketinê li seranserê Kurdistan û Iraqê belav bibe.Her wiha tekez kir ku, ev serkeftin berhema biryarbûn û yekrêziya me ye, divê em wan ji bo berjewendiya gelê xwe bikar bînin û jiyana wan baştir bikin.
Serok Bafil Celal Talebanî mizgînî da gelê Kurd ku.“Siyaseta serrastkirina rê, hevsengiya hêzê û destpêkirina rêveberiyeke derbest bikine rastiyeke berçav’’.
Di civînê de serkirdayetiyê de ,her wiha behsa rewşa niha ya Herema Kurdistanê bi taybetî paşxistina mûçe hat kirin ku bandoreke mezin li ser jiyana welatiyan kiriye. Di civînê de xema xwe ya ji bo çareser kirina vê pirsê diyar kir û tekez li ser wê yekê kirin ku desteya danustandinan a hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî li ser biryara dadgeha federalî ya li ser giringiya mûçeyê pabend bin û bi nakokiyên siyasî re nekevin nava hev.
Di civîna encûmena serkirdayetiyê de ku li baregeha mekteba siyasî ya Hewlêrê hat lidarxistin, tekezî li ser dabînkirina atmosfereke aram û şaristanî ji bo hilbijartinan hate kirin ku her kes bikare bername û peyamên xwe yên siyasî bigihîne girseya gel bi taybetî dengderên ciwan.
Di vê civînê de piştgiriya xwe ji bo ruhê bilind a yekrêziya hemwelatiyan li Hewlêrê û li seranserê Kurdistanê nîşan da ku wek her car ku partiya Serok Mam Celal, bi aqilane û bi coş vê tekoşîna demokratîk ji bo bidawîkirina yekdestdariya deshilatê û nûkirina rêveberiyê ku bê cudahî di berjewendiya gel de ye. Got jî:’’ YNK çaverêya tekoşîneke demokratîk e û ji bo vê mebestê jî ji bo hilbijartineke paqij û dadperwer amade ye û ti carî rê nade dest ji pîrozîyên YNKê berdin û wê yekê wek xeta sor dibîne.’’
Di civînê de girseya sewz hat handan ku bi hev re ber bi serkeftina mezin a YNKê li Kurdistanê bimeşin û baweriya gelê me bi dest bixin.
Encûmena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
2 Îlon 2024
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
02:23 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
11:36 AM - 2026-08-23 -
Bîranîna fermandar Nazim Kerkûkî bilind hat ragirtin
09:17 AM - 2026-08-23
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 08:57 PM - 2026-08-23 Serok Bafil û Helbûsî: Çareserkirina pirsgirêkan bi rêya têgihiştin û bingehên destûrî
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
05:18 PM - 2026-08-23
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
03:55 PM - 2026-08-23
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
02:47 PM - 2026-08-23
Qubad Talabanî: Banka cînî a Silêmaniyê yek ji projeyên herî girîng ên nîştimanî ye
01:18 PM - 2026-08-23
zortrin xwendraw
-
Hevxemiya Serok Bafil ji bo koça dawî ya birêz Feyzulah Heme Reş
YNK 03:12 PM - 2026-08-23 -
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
Cîhan 03:55 PM - 2026-08-23 -
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
Kurdistan 05:18 PM - 2026-08-23 -
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
Kurdistan 02:47 PM - 2026-08-23 -
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
Êraq 03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
Cîhan 02:23 PM - 2026-08-23 -
Emcûmena Nûneran çend projeyasayan gotûbêj dike
Êraq 12:11 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
Kurdistan 11:36 AM - 2026-08-23



.jpg)
.jpg)

Aplîkêşin

