Wezîrê Dadê û Parêzgarê Kerkûkê tekezî li ser bihêzkirina bingehên pêkvejiyanê û xebata hevbeş dikin

Kurdistan 11:20 AM - 2024-09-01
Parêzgarê Kerkûk Rêbwar Taha û Wezîrê dadê Xalid Şiwanî PUKMEDIA

Parêzgarê Kerkûk Rêbwar Taha û Wezîrê dadê Xalid Şiwanî

Kerkûk

Wezîrê Dadê yê aqê D.Xalid Şiwanî sardana avahiya parêzgeha Kerkûkê kir û hevdîtin bi parêzgar Rêbwar Taha, cîgirê teknîkê Îbrahîm Temîm, Şêwirmendê serok wezîr bo karûbarên pirojeyan D.Amêr Ciborî û hevkar û berpirsên beşan, kir.

Li ofîsa fermi wezîrê dadê li gel parêzger û berpirsên li parêzgehê civîn pêk anî, avakirina rêveberiya nûh pîro kir ku wê ber bi ortaqiyê û xizmeta hevwelatiyên Kerkûkê û peydakirina aramî û ewlehê û bingehên pêkvejiyanê ve biçin.
Ji aliyê xwe ve, Parêzgarê Kerkûkê kêfxweşiya xwe bi serdana Wezîrê Dadê nîşan da û tekez li ser karkirina weke yek tîm ji bo xebata hevbeş, piştevanîkirina bingehên pêkvejiyanê, aştî û avadankirinê û karkirina ji bo projeyên taybet ên ku xizmeta hemû pêkhateyan dike, rola mezin û piştevaniya rêveberiya parêzgehê ji Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Plandanînê Dr.Mihemed Temîm û Wezîrê Dadê Dr.Xalid Şiwanî.

Parêzgarê Kerkûkê balkişand ser baldariya rêveberiyê ji bo hevkarî û hemahengiya li gel Encûmena Parêzgehê ji bo cîbicîkirina bernameya hikûmetê û piştevaniya bingehên geşepêdana Kerkûkê.

Piştî bidawîhatina civînê, Wezîrê Dadê komgireke rojnamevaniyê lidar xist û tê de tekez kir, emê kar bikin ji bo çareser kirina kêşeyên girêdayî xal û yasayên girêdayî parêzgeha Kerkûkê, ku ji bo çareser kirina astengiyên li pêşiya dezgehên dadwerî û hevahengiya zêdetir di navbera Wezareta Dad û parêzgeha Kerkûkê de ji bo pêşkêşkirina baştirîn xizmetguzariyan ji welatiyan re.

Wezîrê Dadê got jî: Ya herî girîng û xema me ya herî mezin ewe ku dûrî asayî û astengiyan baştirîn xizmetguzarî ji welatiyan re bê pêşkêşkirin û serdana me ya îro bo parêzgeha Kerkûkê ji bo pêkanîna rewşa hemahengî û hevkariyê li gel parêzgeha Kerkûkê hat.

Dr.Xalid Şawanî got: Ji bo xizmetkirina Kerkûkê, cîbicîkirina pirojeyan û bidestveanîna armancên tê xwestin, em pîrozbahiyê li rêveberî û Encûmena Parêzgeha Kerkûkê dikin ku dest bi erk kiriye û lidarxistina hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi xwe destkeftek niştimanî û yasayî ye ji ber ku ev parêzgeh bi salan e ji lidarxistina hilbijartinan bêpar dima.

Got jî: Hikûmeta Kerkûkê piştî zincîreyeke dûr û dirêj ji civîn û diyalogan hat û em kar dikin ku baştirîn xizmetguzarî ji welatiyan re pêşkêş bikin û pêkvejîyana aştiyane û biratî pêş bixin û Kerkûk jî weke sembola pêkvejiyana aştiyane û em weke Kerkûkî parastina nasmnameya xwe bikin ji ber ku cihêrengiya ku li Kerkûkê heye ji bo vê parêzgehê hêzek e û em li ser hewlên cîbicîkirina projeyan û dabînkirina derfetan kar dikin û li ser paşeroja xwe geşbîn in Kerkûk.

 

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket