Di 31’ê Tebaxê de Tirkmenên Hewlêrê hatin talankirin û qetilkirin
Kurdistan 11:21 PM - 2024-08-31
PUKMEDIA
Ebdulbasit Xalid
PDK di xiyaneta mezin a 31ê Tebaxê de, dema artêşa Iraqê ber bi Hewlêrê ve pêşde çû, tirkmenên wê kuştin û talan kirin. Serokê Lêjneya Siyasî ya Tirkmenan li Hewlêrê got:’’PDK di 31ê Tebaxê de 70 ciwanên Tirkmen kuştin û malên endam û alîgirên Tirkmenan talan kirin.Eniya Tirkmenî ti helwestek li hember xwîna şehîdên xwe nine.’’
Eniya Tirkmenî ti helwestek li hember xwîna şehîdên xwe nîne
Serokê Lêjneya Siyasî ya Tirkmenan li Hewlêrê Ebdulbasit Xalid ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand;“Di xiyaneta 31’ê Tebaxê de, dema partiyek Kurdistanî gel artêşa Baasê, nêzîkî 70 Tirkmen ku hinek ji wan zewicîn û xwedî zarok bûn, li Hewlêrê revandin û şehîd kirin.’’
Ebdulbasit Xalid got:’’ Eniya Tirkmenî bi berdewamî xiyanetên xwe berdewam kirin û guh neda xwîna şehîdên me û îspat kir ku ew nûneratiya Tirkmenên Hewlêrê nakin û ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî ketine nava partiyek û ji bo ajandayeke derve kar dikin.’’
Xayînên wê demê niha bi hêz in û namzetên parlementoyê ne
Beşek ji tirkmenên ku di xiyaneta 31ê Tebaxê de ligel Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li hev kiribûn, niha bi hêz in û ji bo dewra namzed in.“Ji ber xiyaneta 31’ê Tebaxê, hejmareke zêde malên tirkmenan û alîgirên tirkmenan li Hewlêrê hatin talankirin, ku bi alîkariya partiyeke kurd û xiyanetkarekî di nava Eniya Tirkmenan de, bûne pişta partiyek.”
"Li Hewlêrê baregehên Tirkmenan hatin talankirin û yên li wir bûn jî şehîd û winda bûn. Kesên ku niha ji bo civîna şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê namzed in, destê wan di vê xiyanetê de hebû û ji ber wan jî ziyanên mezin gihandin tirkmenan." Ebdulbasit Xalid wiha dibêje.
Li gor amarên ku ketine destê PUKMEDIA, tenê di şeva 31.08.1996ê de zêdetirî 6000 xanî û baregehên partî û hikûmetê hatine wêrankirin.Beşek ji ziyanan gihişte baregehên Eniya Tirkmenî û partiyên din ên dijbereya Baasê li Hewlêrê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

