Mekteba Siyasî: Peyama Şehîd Azad Hewramî berdewame
Kurdistan 09:49 PM - 2024-08-31
PUKMEDIA
Logoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi boneya 36emîn salvegera şehîdkirina Azad Hewramî peyamek belav kir û ragihand: “Em îro salvegera din a bi xemgînî ya koça dawî ya serkirdeyê YNKê û kurê gelê me birêz Azad Hewramî bi bîr tînin.Di peyamê de wiha tê gotin:Nav û bîranînên şehîd Azad Hewramî dê her tim di mejiyê şervanên YNKê de zindî bimîne û peyama wî dê berdewam be.
Nivîsa peyamê
Peyam ji Mekteba Siyasî YNKê
Di 36. salvegera şehadeta Azad Hewramî de
Berî 36 salan Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) semboleke din ya têkoşîn û kurdayetiyê kir qurbaniya Kurdistanê. Salvegera şehîdbûna birêz Azad Hewramî serkirdeyê YNKê û kurê gelê me ye ku di 31ê Tebaxa 1988an de piştî çend rojan têkoşîn li quntara çiyayê Qendîlê şehîd bû.
Birêz Azad Hewramî di malbateke kedkar de li Kerkûkê ji dayik bûye. Ji ber vê yekê, asoya ramana wî ji xortaniya xwe ve di nava çînayetî û bindestiya neteweyî de pêşketiye û di destpêka salên 1970-an de tevlî çalakiyên siyasî û Kurdistanî bûye.
Bi damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û destpêkirina şoreşa nû, birêz Azad wek xebatkarekî siyasî yê çekdar derket çiyê û wek aştîxwazekî di nav şer de dihat naskirin, ji ber taybetmendiyên xwe, bi lez û bez bi çendîn erkên Pêşmerge, siyasî û kulturî hat erkdarkirin û di nav hêzên Pêşmerge û li gundên navçeyên rizgarkirî de, xwediyê kesayetiyeke delal bû.Ji bilî taybetmendiyên rêberekî şoreşger, birêz Azad di heman demê de hevalekî pispor ê edebiyatê û muzîkjenekî jêhatî bû ku di nav nivîskar û hunermendan de xwedî cihekî taybet bû.
Ev serkirdeyê mêrxas yê Kurdayetî ,şoreşê û serkirdeyê mêrxas yê hemû qonaxên şehîdan, bi şehîdbûna xwe valahiyek mezin di nav YNK û şoreşê de hişt, lê nav û bîranînên wî dê hertim di mejiyê têkoşerên YNKê de zindî bimînin û peyama wî berdewam be.
Selam li ser ruhê şehîd Azad ,hemû şehîdên têkoşîna rizgarî û serfiraziya Kurdayetiyê û YNKê.
Mekteba Siyasî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
31-8-2024
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

