Şêx Cefer: Di kabîneya nehan de bacên li ser xelq hatin zêdekirin
Kurdistan 06:29 PM - 2024-08-31
PUKMEDIA
Civînên YNKê bi Gel re
Berpirsê Encumena Parastina Berjewendiyên Bilind ên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Şêx Cefer Şêx Mistefa got: “Di vê kabîneyê de, ku YNK jî bi awayekî aktîf beşdar nebûye, proseya xizmetguzarî û geşepêdanê hêdî dibe û bac jî li ser xelqê feqîr hatine zêdekirin, ev jî bûye sedema nerazîbûna wan.
Îro 31 Tebaxê serokê Encûmena Parastina Berjewendiyên Bilind YNK û Endamê Mekteba Siyasî Refat Ebdullah bi amadebûna Ziyad Cebar Serokê malbenda rêxistina Silêmaniyê û Daban Şadala bi hejmareke zêde ya bazirgan û kasibkarên bajarê Silêmaniyê re civiyan û behsa rewş û astengiyên pêş kasibkaran kirin.
Şêx Cafer bi eşkere got: “Di kabîneyên hikûmeta Herêma Kurdistanê de kêm û zêde xizmetguzarî ji xelkê re hatiye kirin û xweşî gihîştiye piraniya navçeyên herêmê, lê belê di vê kabîneyê de ku YNK bi awayekî çalak beşdar nebûye, xizmetguzarî û geşbûn jî hêdî dimeşe.
Wî got: "Ne tenê me nekariye asankariya kasibkaran bikin, lê bac û xerc jî hatine zêdekirin, ev yek jî bûye sedema nerazîbûna wan û ji ber pirsgirêka mûçeyan jî zêdetir astengî li pêşiya hevrikî li bazarê çêkiriye."
Serokê Encumena Parastina Berjewendiyên Bilind, tekez kir ku ji bo ji holê rakirina zordariya li ser bazirgan û karkeran bi giştî û çînên din, divê xebateke cidî ji bo guhertina hevkêşeyê bê kirin û pêkanîna hevsengiya siyasî û hikûmeteke gelerî ku bi rêya vê hilbijartinê vegere nav xelkê û bi awayekî rêk û pêk xizmeta wan bike û jiyana wan baştir bike.
Refaat Ebdullah anî ziman ku hemû pêkhateyên gel bi vê kabîneyê re pirsgirêk hene û pirsgirêka mûçe jî weke mînak nîşan da û da xuyakirin: “YNK hewl dide bi rêya Bexdayê çareser bike, lê astengî çêdibin. Her wiha got: "Piraniya şandên dîplomatîk ên navdewletî xema xwe derbarê rewşa rêveberiya me de tînin ziman, ji ber wê jî divê em bi biryar hewl bidin ji bo guhertina rastiya siyasî ya herêmê."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

