PDKê bi tankên Beisê Hewlêr dagîr kir û YNK jî bi dengê xelkê wê dîsa vegerîne
Kurdistan 05:27 PM - 2024-08-30
PUKMEDIA
Keleha Hewlêrê
28 sal bi ser xiyaneta 31ê Tebaxê ya ku Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li dijî gelê Herêma Kurdistanê bi giştî û li dijî welatiyên Hewlêrê bi taybetî kir, derbas bûn, tankên dîktatoriya Rêjîma Beisê anî nav Parlemana Kurdistanê. Di wê xiyanetê de li Hewlêrê zêdetirî 230 pêşmergeyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê şehîd bûne û zêdetirî 700 pêşmerge jî birîndar bûne. Li hemberî vê xiyanetê YNK’ê ji bo hilbijartinên bê ên parlemana Kurdistanê dirûşma “Em ê Hewlêrê vegerîninΔ kiriye armanc. Şêwirmendê mekteba siyasî ya YNKê got: PDKê bi çekên rêjîma Beisê Hewlêr girt, lê bi dengê xelkê Hewlêrê emê paşve vegerînin.
YNK: PDK vê şermê wek destkeftî bi nav dike
Mekteba
Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi boneya 28`salvegera xiyaneta 31
Tebaxê peyamek belav kir û têde ragihand: Di vê bîranîna xemgîn û tal de, YNK
bi wijdanek zindî, xwe dispêre keleha qurbaniyên xwe yên berê, banga têkoşîneke
yekgirtî û berpirsyarane ji bo paşerojeke geş ji bo sererastkirina rêbaza
desthilatdariyê dubare dike, ku ber bi pêşerojeke geş ve ber bi rastkirina
rêbaza desthilatdariyê ve,Ji bo derbaskirina hemû rewşên cihêreng ên ku bûne
sedema valakirina gelek beşên ezmûna me ji naveroka wê ya neteweyî, demokratîk
û dadperwerane. Ku jêdera van hemû cûdahiyan xiyaneta 31’ê Tebaxê ye, bi
taybetî jî di bin siya çandeke paşverû ya bê moralî de ku hîn jî vê şerma
siyasî weke destkeft dipejirîne û bi awayekî bêşerm diparêze û xwe diteqîne.
Ji bo derbaskirina hemû nakokiyên ku
bûne sedema valakirina gelek beşên ezmûna me ji naveroka wê ya netewî,
demokratîk û dadperwerane, çavkaniya van hemû cudahiyan xiyaneta 31’ê Tebaxê
ye.
Bi taybetî
jî di bin siya çandeke paşverû ya bêexlaqî de ku hîn jî vê şerma siyasî weke
destkeftiyeke qaşo netewî dipejirîne û bi awayekî bêşerm wê diparêze.
Em ê bi dengên hilbijêran Hewlêrê ji vegerînin
Şêwirmendê
Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Herdî Selah ji malpera fermî
ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA re ragihand: Partiya Demokrat
beriya 28 salan bi alîkariya tankên Beisê Hewlêr dagîr kir, lê Yekîtiya
Niştimanî dê Di dema hilbijartinên xola şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê de,
bi alîkariya Xwedê û bi dengên Hewlêriyan wê ji destê wan bistîne.
Herdî Selah
got jî: Gelê Kurdistanê bi wê yekê dizane ku destkeftên Partiya Demokrat tenê
xiyanet li gelê me ye û ji bo jiyana xwe ti carî dudilî xiyanetê nabin, wek ku
di 31ê Tebaxê de û radestkirina Şingalê û karesatên din da zanîn ku dirûşma
partî (Dagirkirina Hewlêrê bi tankên Beis) bû û dirûşma me jî (Bi dengên gelê
xwe Hewlêrê vedigerînin).
Partî Hewlêr radestî Beisê kir
Ji aliyê xwe
ve, endama berê ya Encûmena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Fehîme Sabêr ji PUKMEDIA re ragihand: Dema ku Partiya Demokrat ji rêjîma Beisî
ya hilweşiyayî re rê li ber dagîrkirina Hewlêrê vekir, îsbat kir ku ti
dilsoziya xwe li hember qurbaniyên mezin ên gelê Kurdistanê di operasyonên Enfal, bombekirina kîmyewî,
jenosayd û koçberkirina bi hezaran welatiyan de tune ye.
Fehîme Sabêr her wiha got: Zinccîra xiyanetên partî bi dawî nabin, ji ber mandinê
hertim alîkariyê ji biyaniyan û dijminên Kurdan dixwaze û tekez kir ku
“Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi piştevaniya girseyên hêja yên Hewlêr bi
hemû hêza xwe hewl dide bi rêyên demokratîk Hewlêrê vegerîne û piştre radestî gelê xwe yê resen û
dilsoz bike.
Zêdeyî 230 şehîd û 700 birîndar hene
Tenê di 31ê
Tebaxa 1996ê de, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji bo parastina welat û
bajarê Hewlêrê û parastina ezmûna demokrasiyê li Herêma Kurdistanê zêdetirî 230
şehîd dane Xiyaneta 31’ê Tebaxê.
Li gor
amarên mekteba şehîdan a Yekîtiya Niştimanî ku ku wêneyek jê gihîştiye destê
PUKMEDIAyê, di xiyaneta 31ê Tebaxa 1996ê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê de,
zêdetirî 230 Pêşmergeyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li bajarê Hewlêrê û
derdora wê şehîd bûne, herweha zêdetir ji 700 Pêşmerge birîndar bûn, ji bilî
talankirin û dizîna mal û dukanên Pêşmergeyên YNK û welatiyan ji aliyê çekdarên
Partiyê ve û koçberkirina bi hezaran malbatên Hewlêrê.
Hêjayî
gotinê ye ku Yekîtiya Niştimanî di encama vê xiyaneta partî de hejmareke zêde
ya şehîd û birîndaran li navçeyên din ên Kurdistanê pêşkêş kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
02:23 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
11:36 AM - 2026-08-23 -
Bîranîna fermandar Nazim Kerkûkî bilind hat ragirtin
09:17 AM - 2026-08-23
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 08:57 PM - 2026-08-23 Serok Bafil û Helbûsî: Çareserkirina pirsgirêkan bi rêya têgihiştin û bingehên destûrî
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
05:18 PM - 2026-08-23
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
03:55 PM - 2026-08-23
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
02:47 PM - 2026-08-23
Qubad Talabanî: Banka cînî a Silêmaniyê yek ji projeyên herî girîng ên nîştimanî ye
01:18 PM - 2026-08-23
zortrin xwendraw
-
Hevxemiya Serok Bafil ji bo koça dawî ya birêz Feyzulah Heme Reş
YNK 03:12 PM - 2026-08-23 -
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
Cîhan 03:55 PM - 2026-08-23 -
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
Kurdistan 05:18 PM - 2026-08-23 -
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
Kurdistan 02:47 PM - 2026-08-23 -
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
Êraq 03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
Cîhan 02:23 PM - 2026-08-23 -
Emcûmena Nûneran çend projeyasayan gotûbêj dike
Êraq 12:11 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
Kurdistan 11:36 AM - 2026-08-23



.jpg)
.jpg)

Aplîkêşin

