Talebanî: YNKê ji bo serastkirina rêbaza hikûmetê biryar daye
Kurdistan 06:56 PM - 2024-08-28
Ofîsa Çapemeniyê ya Qubad Talebanî
Birêzan Qûbad Talebanî, Sarkawt Zekî û Luqman Wardî
Berpirsê Ofîsa Sekreteriya Serok Mam Celal, Qubad Talebanî bi amadebûna Rêheval Serkawt Zekî Berpirsê Buroya Rêxistinê û Luqman Werdî Berpirsê malbenda Raperîn a YNK’ê bi endamên malbenda Raperîn a YNK’ê re civiya.
Di civînê de ku roja 28.08.2024ê hat lidarxistin, rewşa siyasî ya navçeyê û amadekariyên civîna bê ya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.
Qubad Talebanî amaje bi giringiya hilbijartinên niha yên parlamentoyê kir û ew hilbijartin wek hilbijartineke diyarker ji bo YNK û pêşeroja rêveberiya Herêma Kurdistanê wesif kir.
Di vê çarçoveyê de, Qubad Talebanî got ku di van salên dawî de YNK bi serokatiya Serok Bafil Celal Talebanî bi hevkariya hemû serkirde û kadroyên YNKê îsbat kiriye ku yekane hêz e ku bikare guhertinên daxwaza gelê Kurd pêk bîne.
Her wiha got: Beşek berçav ji xelkê herêma Kurdistanê gihiştine wê baweriyê ku YNKê kariye hevsengiya hêzê vegerîne û biryara serrastkirina rêbaza rêveberiyê daye.
Berpirsê Ofîsa Sekreteriya Serok Mam Celal, Qubad Talebanî got ku lîsteya dengderan hatiye paqijkirin û ti aliyek nikare sextekariyê li ser navê miriyan bike, lewma em hêviya hilbijartineke paqij û dadmend dikin û li hêviya serkeftineke mezin in.
Di beşeke din ya
civînê de, Qubad Talebanî rewşa niha ya YNKê ji beşdarên civînê re eşkere kir
ku YNK hêzeke bibandor e li Kurdistan, Iraq û siyaseta herêmê de û roj bi roj pêgeha wê bihêztir dibe.
“Niha girse, dost û heta dijberên YNKê li bendê ne ku
serkeftinên ku li Kerkûk û deverên din di hilbijartinên Herêma Kurdistanê de
hatine tomarkirin bi asteke mezintir dubare bikin.’’ Got
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

