Li zanîngeh û peymangehan dê kampîn û daxwazkirina kertên dengdanê bên qedexekirin
Kurdistan 01:22 PM - 2024-08-28
PUKMEDIA
Avahiya wezareta xwendina bilind û lêkolîna zanistî
Bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ku biryare di 20ê
Cotmehê de birêve biçe kampînên hilbijartinê li zanîngeh û peymangehên
hikûmeetê hatine qedexe kirin, herweha wezareta xwendina bilind bi amaje bi wê
yekê jî kir ku: Nabe ti partiyên girêdayî wezareta me kertên dengdanê ji
mamoste, karmend û xwendekaran bixwazin.
Binpêker wê bên cezakirin
Li gor nameya wezareta xwendina bilind lêkolîna zanistî ku
îmzeya D. Tawana Necef Mihemed Xan, Rêveberê Giştî gotiye: Ji bo pabendbûna bi
prensîbên destûrî û yasayî û mafên mirovan, ti zanîngeh û dezgehên din ên ser
bi wezareta me ve, bi ti armancê jêre destûr nayê dayîn ku kartên dengdanê ji
mamoste, karmend, xwendekar û xwendekarên zanîngehê bixwazin.
Wezareta Xwendina Bilind di nameyekê de wiha got: Her wiha
dê binpêker rastî cezayên yasayî bên.
Di hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê de 139 lîste beşdar in, ji wan du
hevpeymanî, 13 partî û 124 namzedên takekesî ji wan 85 namzedên giştî û 39
namzedên pêkhateyan, ji wan: 19 namzedên mesîhî bi vî awayî hatine dabeşkirin:
Hewlêr 7, Silêmanî 4, û Duhok 8 namzed, 20 namzedên tirkmen jî bi vî awayî
hatine belavkirin: Hewlêr 14, Silêmanî 6 namzed.
Di 26ê Hezîrana 2024ê de, Serokatiya Herêma Kurdistanê biryara pêncem derxist û
tê de roja nû ji bo lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê diyar kir,
piştî ku berî niha 4 biryarên bi vî rengî dabûn, lê hilbijartin hatibûn
paşxistin .
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

