Êraq,ê beşek ji mûçeyên heyva Tîrmeh`ê bo Herêma Kurdiatan`ê şand
Kurdistan 11:46 AM - 2024-08-27
PUKMEDIA
Diravê 50 hezar Dînarê Êraqî
Îro roja Sêşemê, piştî derbazbûna zêdetirî 50 rojan, Wezareta Darayî ya Hikûmeta
Federal dest bi şandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistan`ê yê meha Tîrmeh ya
2024an kir.
Çavkaniyekî ji
bo malpera fermî yê Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistan`ê ( PUKMEDIA) ragihand ku: Wezareta Darayî îro roja Sêşemê dest bi şandina beşek ji mûçeyên heyva Tîrmeh ya sala 2024 an yên
mûçeyên mûçexwerên herêma Kurdistan`ê ku zêdetirî 550 Milyar Dînar in kiriye, û biryare zêdetirî 400 Milyar Dînarên din jî bişîne û bi vê yekê şandina tevaya mûçeyên heyva Tîrmeh`ê bi dawî dibe.
Wî çavkaniyê aşkere kir ku, Wezareta Darayî ya Federalî kojmê 558 Milyar Dînar veguhestiye ser hesabê Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê; û biryare îro pareyên mayî yên mûçeyên fermanberan jî bigihêjin Herêma Kurdistan`ê.
Endama komîteya Darayî ya Parlemanê
Dr.Nermîn Marûf ji PUKMEDIA re ragihand: Diviyabû ev pare demeke dirêj bihatana,
lê ji ber hin rêkarên îdarî û kontrolkirina mûçeyên fermanberan hatin paşdaxistin.
Dr.Nermîn Marûf Got jî: Di dema civîna me ya dawîn digel wezîra darayî, wê ji me re
gotibû ku di demek nêzîk de mûçeyên fermanberan dê bên dayîn, lê ji ber hindek rêkarên
îdarî, dayîna mûçeyên meha Tîrmeh,ê paşda ketiye.
Şandina beşek ji mûçeyên heyva Tîrmeh ya mûçexwerên herêmê ji aliyê Wezareta Darayî ya Êraq`ê ve di demekê de ye ku,Wezareta Darayî ya Herêmê zêdetirî 35 rojane lîsta mûçeyên heyva 7`ê ji bo Wezareta Darayî ya Êraq`ê şandiye, hevdem 52 roj in jî mûçexwerên herêmê mûçeyên xwe wernegirtine.
Li gor zanyariyên PUKMEDIA şandina mûçeyên vê heyvê bi
biryara serok wezîrên Êraq`ê bûye, ne di çarçoveya çareserkirina pirsgirêkên di navbera
herdû wezaretên Darayî ya Êraq û herêmê û rastkirina pirsa mûçeyan de bûye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

