Namzetên YNKê daxwazên komîsyonê derbas kirin

Kurdistan 07:02 PM - 2024-08-26
Parlamentoya Kurdistanê û logoya YNKê PUKMEDIA

Parlamentoya Kurdistanê û logoya YNKê

Hilbijartinên Parlemana Kurdistanê

Namzedên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li her çar herêmên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, ti pirsgirêk nînin û hemû jî pêwîstiyên namzediyê bi cih tînin û rastgo ne û tu tawanên wan nîne.

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi 172 berbijêran beşdarî hilbijartinên gera şeşem a Parlamentoya Kurdistanê ku biryare di 20-10-2024 de were kirin.

Ti namzetê YNK'ê nehatiye dûrxistin

Çavkaniyekî ji Buroya Hilbijartinê ya YNK’ê ji malpera fermî ya YNK’ê PUKMEDIA re ragihand:"Namzedên YNK'ê hemû pêdiviyên ku ji aliyê Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan ve hatine diyarkirin bi cih tînin û ti namzetekî YNK'ê nehatiye derxistin."

Çavkaniyê han eşkere kir ku, piştî şopandin û piştras kirina namzedan ji aliyê dezgehên taybet yên Îraq û Herêma Kurdistanê ve, hemû namzedan pêwîstiyên namzediyê bi cîh anîne û dê beşdarî hilbijartinan bibin.

Pêdiviyên sereke yên ji bo namzetiyê

Li gor benda 5 a tomarkirin , pesendkirina lîste û namzedên hilbijartinên Parlementoya Kurdistana Iraqê, ku bi hejmara 7 a sala 2024ê hatiye guhertin, divê namzed xwedî durust bin û bi tawanên şermê û dûrketina ji adetê nehatibin mehkûmkirin, ne bi tawana kuştin û diziyê hatibe mehkûmkirin, tevî ku beşdarî tawanên rejîma dîktator a berê ya Iraqê nebûbe.

YNK bi 172 namzedan tevlî pêşbirkê dibe

Li gor zanyariyên Buroya Hilbijartinê ya YNKê, partiya wan  ji bo gera şeşemîn a hilbijartinên parlamentoya Herema Kurdistanê bi 172 berbijêr beşdar dibe û  ji wan 72 namzed li Silêmaniyê, 64 li Hewlêrê ,30 namzed li Duhok û li Helebceyê jî 6 namzed hene.

Ji bo her herêmekê serokekî lîsteyê heye

Şalaw Kosret Resûl wek serokê navçeyê Hewlêrê hatiye  destnîşankirin. Mîran Mihemed li Silêmaniyê , Elî Oremarî jib o  Duhokê û Barzan Osman ji bo Helebce yê.

YNK 62 namzetên jin hene

Rêjeya namzedên jin di nav lîsteyên YNKê de zêdetirî 30% e ,ji wan  li Hewlêrê 24, li Silêmaniyê 26, li Duhokê 10 û li parêzgeha Helebce yê  jî 2 namzedên jin hene.

Berdevkê Komisyonê: Navên berbijêran hatine piştrastkirin

Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan Cumana Gelaly ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) PUKMEDIA re ragihand:"Navê namzedên civîna şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê ji bo piştrastkirinê ji aliyên pispor re hatin şandin û niha nav ji komîsyonê re hatine vegerandin."

Berdevkê komîsyonê got: "Piştî vegerandina navên berbijaran, biryar e komîsyon li ser bersivên aliyên pêwendîdar ên derbarê navan de ji aliyê dezgeha karûbarê namzedan û ofîsa yasayî ve binirxîne."
Roja 26-6-2024, Serokê Herêma Kurdistanê pêncemîn biryara Herêma Kurdistanê ji bo diyarkirina roja nû ya civîna şeşemîn a hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, ku 20-10-2024 , derxist.Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan amadekariyên lidarxistina hilbijartinan dike.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket