PUKMEDIA, karnameya civîna Civata Parêzgeha Kerkûk`ê aşkere dike
Kurdistan 11:36 AM - 2024-08-24
PUKMEDIA
Avahiya Civata Parêzgeha Kerkûk`ê
Civata Parêzgeha Kerkûk`ê; îro ji bo gotûbêjkirina
3 pirsan dicive, û li gora zanyariyên PUKMEDIA civîn dê daxwaz ji Turkmen bike ku ji
bo ew postên ji bo wan di hikûmeta xweceyî de hatine diyarîkirin; navên
berbijêrên xwe arasteya civatê bikin.
Endamekî Civata Parêzgeha Kerkûk`ê ku nexwestiye
navê wî bê aşkere kirin; ji bo PUKMEDIA got: Di civîna îro ya Civata Parêzgeha
Kerkûk`ê de dê deng li ser pêkanînan komîteyekê bide; ji bo rastkirina
peyrewa navxwe ya civatê, hevdem civat dê gotûbêjan derbarê ew 7 hezar pileyên
wezîriyê bike ku wek girêbest li parêzgehê hene, digel wê yekê jî civat di
civîna xwe de dê daxwaz ji Turkmen bike ji bo ew postên ji bo wan di hikûmeta xweceyî
de hatine diyarîkirin; navên berbijêrên xwe arasteya civatê bikin.
Ev yek di demekê de ye ku, Xalid Mefrecî
Peyvdarê Hevpeymana Siyade ragihand ku ew beşdarî civîna îro ya Civata
Parêzgeha Kerkûk`ê nabin, ji ber ku pêwîst bû postê parêzgarê Kerkûk`ê bi kesekî
Ereb bihata dayîn, ne kesekî Kurd.
Hevdem li gor zanyariyên PUKMEDIA, her yek
ji Partî Demokrat`ê Kurdistan`ê (PDK`ê) û Bereya Turkmen û Hevpeymana Siyade
beşdarî civîna Civata Parêzgeha Kerkûk`ê nabin.
Civîna dema bûrî ya Civata Parêzgeha Kerkûk`ê
li bajarl Bexdayê bi rêve çûbû, ku têde Rêbwar Taha; wek Serokê (Hevpeymana Hêz
û Vîna Me Ye) ji pişkê Kurd bi parêzgarê Kerkûk`ê hatibû hilbijartin, her weha
Mihemed Hafiz ji pişkê Ereb jî; bi Serokê Civata Parêzgeha Kerkûk`ê hatibû
hilbijartin.
PUKEMDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

