Berdevkê YNK: Hilbijartin giranî û pêgeha Herêma Kurdistanê diparêze
Kurdistan 12:53 PM - 2024-08-22
PUKMEDIA
Berdevkê YNK Seidî Ehmed Pîre
Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê tekez kir ku
proseya hilbijartinan yek ji encamên xweş ên ezmûna demokratîk a Herêma
Kurdistanê ye.
Seidî Ehmed Pîre di gotarekê de ku wêneyek jê gihîştiye
destê PUKMEDÎ'yê, got: Mixabin niha em dibînin ku hewl tê dayîn proseya
hilbijartinan têk bidin û li şûna wê yek alî û yek partî û takekesî were danîn,
em hemû li bendê ne ku ezmûna demokratîk û pevguhertina hêzê li ser bingehên
demokratîk pêş bikeve.
Got jî: Ez bi zelalî dibêjim, welatên cîhanê bi taybetî
hêzên mezin ji serkirdeyên hindek partî zêdetir li ser serkeftina ezmûna
demokrasî li Herêma Kurdistanê baldarin û ne di astê wî baldariyê de ne. Gelek
caran hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatin paşxistin, ti hincet tinebû û
ev mijar welatên dostên me nîgeran kir û her carê jî wan welatan tekezî li ser
pêwîstiya lidarxistina hilbijartinên şefaf û dadmend kiriye.
Peyvdarê fermî got: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li gor
nêrîna xwe ya ji bo pêşxistina ezmûna demokratîk, hilbijartinên Parlamentoya
Kurdistanê baştirîn derfet ji bo nûkirina desthilatdariyê li Herêma Kurdistanê
dibîne, ji ber ku hilbijartin gelek girîng û pêwîst di vê rewşa niha ya dijwar de.
Got jî: Hilbijartin ji cîhanê re îsbat dike ku em xelkên
zindî ne û em ji demokrasiyê hez dikin û ji vir de ez dibêjim ku çavê cîhanê li
hilbijartinên bê yên parlamentoya Kurdistanê ye, lewra divê em hemû kar ji bo
serkeftina proseyê bikin bi birêvebirina kampîna hilbijartinan a aram û
aştiyane û dûr ji alozî, ji ber wê jî divê em hilbijartinan bikin û parlemanek
ku li go rasta daxwazên gelê me be hilbijêrin,ku baweriya welatiyan bi dest
bixe, giranî û pêgeha Herêma Kurdistanê li ser asta cîhanê biparêze.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

