Nêzî 3 milyon hilbijêr mafê dengdanê hene
Kurdistan 02:30 PM - 2024-08-20
PUKMEDIA
Komîsyon û Parlamentoya Kurdistanê
2 milyon û 898 hezar û 960 kes mafê dengdanê di gera şeşemîn a hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê de hene, ji wan 2 milyon , 6 sed , 83 hezar û 618 kes dê di hilbijartinên giştî de deng bidin û 215 hezar û 960 kes jî dê di hilbijartina taybet de deng bidin.
Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand ku nusxeyek ji PUKMEDIA re hatiye şandin:’’Di rûniştina şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê de 2 milyon , 683 hezar û 618 kes mafê dengdanê hene ku ji wan li Hewlêrê 933 hezar û 115 dengdêr, li Silêmaniyê milyonek û 8 hezar û 412 dengdêr, li Duhokê 682 hezar û 791 dengdêr û li Helebce jî 59 hezar û 300 dengdêr hene. ‘’
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:“Li her çar navçeyên Herêma Kurdistanê 173 navendên tomarkirinê hene Li Hewlêrê 53, li Silêmaniyê 74, li Duhokê 41 û li Helebceyê 5 navendên dengdanê hene û her wiha 1266 binkeyên dengdanê dê bên vekirin ku ji wan 498 li Hewlêrê, 477 li Silêmaniyê, 264 li Duhokê û 27 jî li Helebceyê 6 hezar û 318 binkeyên dengdanê dê îro bên vekirin. Li Hewlêrê 2 hezar û 213, li Silêmaniyê 2 hezar û 373, li Duhokê hezar û 596 û li Helebce jî 136 binkeyên navendên dengdanê dê bên vekirin.’’
Komisyona Serbixwe ya Hilbijartinan di daxuyaniyekê de ragihand, ku li her çar deveran 215 hezar û 960 dengdêr dikarin dengê xwe bidin û li her çar deveran jî dê 109 navendên tomarkirinê bên vekirin, ji wan 89 hezar û 791 dengder li Hewlêrê, 78 hezar û 661 dengdêr li Silêmaniyê û 40 hezar û 950 dengdêr li Dihukê ,li Helebce 952 dengderên taybet hene ku li 34 navendên tomarkirinê li Hewlêrê, 32 navend li Silêmaniyê, 30 navend li Duhokê û navendek jî li Helebceyê hene.
Komîsyona Hilbijartinan a Herêma Kurdistanê dê li Herêma Kurdistanê 165 navendên dengdanê veke ku ji wan 62 li Hewlêrê, 57 li Silêmaniyê, 33 li Duhokê û yek jî li Helebceyê. Li çar herêman 749 navendên dengdanê hene ku ji wan 306 li Hewlêrê, 276 li Silêmaniyê, 142 li Duhokê û 3 jî li Helebce.
Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ragihand ku gera şeşemîn a hilbijartinên Parlamentoya Herema Kurdistanê dê di 20ê Cotmehê de were lidarxistin. Iraqê hemû amadekariyên hilbijartinan kirine û ti pirsgirêk di proseyê de nînin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
02:23 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
11:36 AM - 2026-08-23 -
Bîranîna fermandar Nazim Kerkûkî bilind hat ragirtin
09:17 AM - 2026-08-23
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 08:57 PM - 2026-08-23 Serok Bafil û Helbûsî: Çareserkirina pirsgirêkan bi rêya têgihiştin û bingehên destûrî
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
05:18 PM - 2026-08-23
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
03:55 PM - 2026-08-23
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
02:47 PM - 2026-08-23
Qubad Talabanî: Banka cînî a Silêmaniyê yek ji projeyên herî girîng ên nîştimanî ye
01:18 PM - 2026-08-23
zortrin xwendraw
-
Hevxemiya Serok Bafil ji bo koça dawî ya birêz Feyzulah Heme Reş
YNK 03:12 PM - 2026-08-23 -
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
Cîhan 03:55 PM - 2026-08-23 -
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
Kurdistan 05:18 PM - 2026-08-23 -
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
Kurdistan 02:47 PM - 2026-08-23 -
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
Êraq 03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
Cîhan 02:23 PM - 2026-08-23 -
Emcûmena Nûneran çend projeyasayan gotûbêj dike
Êraq 12:11 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
Kurdistan 11:36 AM - 2026-08-23



.jpg)
.jpg)

Aplîkêşin

