18 sal bi ser teqîna baregeha malbenda YNKê ya Nînowa re derbas bûn
Kurdistan 06:25 PM - 2024-08-17
PUKMEDIA
Baregeha Serekî ya Nînowayê
Piştî 18 salan ji teqîna baregeha malbenda parêzgeha Nînowa, serokê malbenda YNK ya parêzgeha Nînowa peyamek belav dike û dibêje: “Di vê helkefta xemgîn de, em bejna xwe li ber ruhê qurbaniyên vê karesatê û hemû şehîdên rêya rizgariya gelê xwe ditewînin. YNK’ê her tim bi xwîna xwe ax, netewe û welatê xwe parastiye û ji bo wê bi hezaran şehîd dane.’’
Aras Mihemed Axa endamê serkirdayetiyê û berpirsê malbenda heftemîn a Nînowa bi boneya 18emîn salvegera teqîna li baregeha malbenda parêzgeha Nînowa peyamek belav kir û got:’’ “Bêguman YNK her tim bi xwîna xwe ax, netewe û welatê xwe parastiye û ji bo wê bi hezaran şehîd dane.Em serî li ber hemû şehîdên tevgera azadiya gelê xwe ditewînin û ji wan re dibêjin ku têkoşîn didome û em soz didin wan ku em ê dest ji rêya we bernedin.”
Piştî şerê li dijî DAIŞê û azadkirina bajarê Nînowa weke yekem partiya siyasî ya Kurdî me karîn baregehên xwe paşve vegerînin û kar û barên xwe yên rojane bi mebesta xizmetkirina hevwelatiyên wî bajarî bikin. YNK xwe xizmetkarê hemû pêkhateyên Nînowayê dibîne, ku ev yek jî di hilbijatinên dawî yên encûmena parêzgeha Neynewayê de li ser civakan diyar bû. Aras Mihemed Axa dibêje, her du namzedên YNK ku ji civaka êzîdî û kakayî bi ser ketine, wek Serok Mam Celal giringiyeke taybet daye hemû pêkhateyên deşta Nînowayê, lewma niha YNK bi serokatiya Bafil Celal Talebanî dê bê cudahî li Nînowa xizmetê berdewam dike.
Roja 15-8-2006 terorîstên El-Qaîde êrîşî baregeha malbenda Neynewayê li taxa Temîmî ya Mûsilê kirin. Di encama êrîşê de 106 rêheval, kadro, pêşmerge û sivîl bi giranî birîndar bûn û 13 jî şehîd bûn, ji bilî wê jî ziyaneke mezin gihîşt malbenda Mosûlê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

