Di Konferansa Kurdên Kafkasyayê de rola YNK’ê bilind nirxandin
Kurdistan 03:14 PM - 2024-08-16
PUKMEDIA
Beşdarbûna YNKê di yekemîn konferansa Kurdên Kafkasya li Gurcistanê
Nexşeya rê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ya ji bo piştgirî û alîkariya hemû parçeyên Kurdistanê di mijarên netewî û demokratîk de, di yekemîn konferansa Kurdên Kafkasyayê de li bajarê Tiblîsê yê Gurcistanê hat pêşkêşkirin.
Di konferansê de rola YNK’ê ya niha û berê ji bo her çar parçeyên Kurdistanê hate nirxandin.
Di yekemîn konferansa Kurdên Kafkasyayê de, siyaset û tekoşîna biaqilane ya Serok Mam Celal, rêberê rizgarîxwaza gelê Kurd, di bikaranîna têkilî û dîplomasiya xwe de ji bo bidestxistina berjewendiyên bilind ên gelê Kurd li Bakur, Rojhilat, Başûr û Rojava hate bilin nirxandin. Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi serokatiya Bafil Celal Talebanî ji bo hilgirtina erkên dijwar ên netewî di warê piştgirî û alîkarîkirina xuşk û birayên me yên li herçar parçeyên Kurdistanê hate destnîşankirin.
Endamê Serkirdayetiya YNKê û Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Kurdistanê Salar Serhed Xelîfe ji PUKMEDIA re ragihand: "Di konferansê de 26 panel û axaftin li ser rewşa giştî ya Kurdistanê û peywendiyên kurdên Kafkasyayê û beşên din ên Kurdistanê hatin lidarxistin."
Her wiha got:“Min gotara YNKê xwend û geşbîniya xwe anî ziman ku tevî hemû astengiyên li pêşiya doza kurd, lê hê jî gavên ji bo komkirina rewşenbîr û partiyên kurd bi taybetî rewşenbîrên kurd ên li derve û kurdên Kafkasyayê berdewam in hîn zindî ne ew li ser pirsgirêkên li pêşiya pirsgirêka Kurd nîqaş dikin, ji bo ku hewl bidin çareseriyan bibînin."
Hêjayî gotinê ye ku şanda Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi serokatiya Salar Serhed Xelîfe Yûnis endamê serkirdayetiyê û berpirsê têkeliyên kurdistanê beşdarî yekemîn konferansa kurdên Kafkasya li Gurcistanê bû bi beşdariya 70 mêvanên ji çar aliyên Kurdistanê û 16 welatan .
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

