Serok komar biryarnameya komarî ji bo Rêbwar Taha wek parêzgarê Kerkûk`ê der kir
Kurdistan 02:27 PM - 2024-08-13
PUKMEDIA
Serok komarê Êraq`ê û Parêzgarê Kerkûk`ê
Serok komarê Êraq`ê Dr. Letîf Reşîd li koşka Selam li bajarê Bexdayê; pêşwazî li Rêbwar Taha kir û biryarnameya komarî pêşkêşî wî kir bo damezarandina wî wek parêzgarê Kerkûk`ê.
Dosye ya Kerkûk`ê bê pirsgirêk e
Li gor daxuyaniyeke rojnamevanî ya serok komarê Êraq`ê ku wêneyek ji wê ji bo malpera fermî yê Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdisyan`ê (YNK`e) PUKMEDIA hatiye şandin; têde hatiye ku: Dr. Letîf Reşîd serok komarê Êraq`ê biryarnameya komarî ji bo Rêbwar Taha ji bo dest bi karbûna wî wek parêzgarê Kerkûk`ê der kir.
Serok Komar: Pir rengiya Kerkûk`ê sedema hêz û aramiyê ye
Di heyama pêşkêşkirina biryarnameyê de, serok komarê Êraq`ê ragihand ku pêwîste kar ji bo pêşkêşkirina baştirîn xizmetgûzarî ji bo hemî pêkhateyên Kerkûk`ê bê kirin, ji ber ku di dema bûrî de wî bajarî gelek êş kişandibû û tekez kir ku pir rengiya Kerkûk`ê egera hêz û aramiyê ye.
Rêbwar Taha: Ez parêzgarê hemî pêkhateyên Kerkûk`ê me
Li gor zanyariyên PUKMEDIA dosye ya Rêbwar Taha parêzgarê nû yê kerkûk`ê ji bo Desteya Destpakiya Êraq`ê hatibû şandin , piştî encamdana hûrbînî û pêdaçûnê çi pirsgirêk têde ne bû, lewra li gor rêkarên yasayî û protokolî, îro serok komar biryarnameya komarî ji bo dest bi karbûna wî wek parêzgarê Kerkûk`ê der kir.
Piştî derkirina biryarnameyê jî, Rêbwar Taha parêzgarê Kerkûk`ê di kongreyeke rojnamevaniyê de got: Ez dibim parêzgarê hemî pêkahateyên Kerkûk`ê bi bê cudayî, û erkê min dê xizmetkirin û geşepêdan û avadanekirina bajêr be.
Piraniya endamên civatê Rêbwar Taha hilbijartin
Roja 10ê Tebax ya sala 2024 an li bajarê Bexda ya paytexta
Êraq`ê civîna civata parêzgeha Kerkûk`ê bi amadebûna 9 endamên wê civatê bi rêve
çû, û têde Rêbwar Taha wek parêzgarê Kerkûk`ê û Mihemd Hafiz
jî wek serok Civata Parêzgeha Kerkûkê hatin hilbijartin.
Her weha 4 firaksyonên Kurd û Ereb û Kirîstiyan beşdarî wê
hilbijartina roja 10ê Tebax`ê bûn, lê firaksyona Partî Demokrata Kurdistan`ê (PDK`ê)
û Hevpeymana Erebî Rakan Cibûrî û Bereya Turkmen beşdarî wê civînê ne bûn, û
dengên xwe nedan; ku ew hemî xwedanê 7 kursiyên civatê ne.
(Hevpeymaniya Kerkûk Hêz û Vîna Me Ye) herî zêde deng bi dest xistibû
Roja 18`ê heyva 12 ya sala 2023 an Hilbijartina Civata
Parêzgehên Êraq`ê ku di nav de
Hilbijartina Civata Parêgeha Kerkûk`ê jî bi rêve çû, têde (Hevpeymaniya Kerkûk
Hêz û Vîna Me Ye) ku di navbera YNK û Partiya Komuîst de bû, piraniya deng li
ser asta parêzgehê bi dest xistin û hêza yekem bû ku xwedanê 157 hezar û 639
deng bûn; ku dike rêjeya ji sedî 43 dengên wê parêzgehê û bi wê yekê 5 kursî bi
destxistin.
Bi awayekî giştî jî li Kerkûk`ê`kû ji koma tevaya lîst û qewareyên
beşdar, Kurd 242716 deng wate 7 kursî, û Ereb 212089 deng wate 6 kursî û Turkmen
97870 deng wate 2 kursî û Mesîhî 1703 deng wate yek kursî bi destxistibûn, li
gor istihqaqa hilbijartinê jî; Kurd postê parêzgarê Kerkûk`ê ber ketiye û pêkhateya
Ereb jî serokê Civata Parêzgeha Kerkûk`ê ber ketiye.
PUKMEDIA
Wêneyê biryarnameya serok komarî ji bo parêzgarê nû yê Kerkûk`ê
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

