Rojnameya El-Sabah: Dilniyakirina Serokê Yekîtî ji bo kêmkirina aloziya li Kerkûkê bes e
Kurdistan 11:20 AM - 2024-08-12
PUKMEDIA
Rojnameya Sabah
Rojnameya Fermî ya Bexdadî (El-Sabah) dilniyakirina ku
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî û berpirsên din ên
Yekîtî piştî hilbijartina Parêzgarê Kerkûkê û Serokê Encûmena Parêzgehê ku ti
pêkhateyek neyê paşguhkirin têra kêmkirina aloziyê li parêzgehê dike.
Rojnameyê di weşana xwe ya hejmara îro Duşemê 12/8/2024ê de,
bi sernavê (Êraqeke bi çûk) ku ji aliyê sernivîser ve hatiye nivîsandin got: Bê
guman nebûna kesên ku nehatine dê bandorê li giringiya dilniyayên ku hat
bidestxistin bike,bi taybetî daxuyaniyên ku ji aliyê Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê ku tê de soz dabû ku ti kesî paşguh neke dike.
Naveroka vekirina El-Sabah wiha ye:
Êraqeke biçûk
Bi pînûsa sernivîskar
Kerkûk duh biryara xwe da û piştî çend mehan li bendê hikûmeta
xwe ava kir û tenê hefteyekê piştî avakirina hikûmeta Diyalayê ku ew jî li
benda ragihandina encamên hilbijartinên xwecihî yên Êraqê di dawiya sala borî
de bû, pêk anî.
Her du parêzgeh dibin şahidê alozî, neteweperestî li vir û
eşîretî li wir, ku rê li ber çêbûna hikûmetên wan bi awayekî xwezayî girt, û bû
sedema aloziyan berî civîna avakirina hikûmetê ku li otêla El-Reşîd li Bexdayê
hat lidarxistin, û herwiha bû sedema derketina nerazîbûnanê piştî hevdîtinê.
Endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê beşdarî civînê nebûn û
beşek ji pêkhateyên ereb û tirkmen jî ne amade bûn, lê amadebûna 9 endamên
encûmena parêzgehê ji bo temamkirina rêje û hilbijartina parêzgar û serokê
encûmenê bes bû.
Bê guman nebûna kesên ku ne amade bûn dê bandorê li ser
giringiya tiştên ku hatin bidestxistin bike, lê dilniyakirina piştî civînê wê têra
kêmkirina aloziyan bike, nemaze daxuyaniyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ku
tê de soz dabûn ku ti kes nayê paşguhkirin. Herweha serokê YNK Bafil Cela
Talebanî got: Em ê bi heman şêweyî siyasetên Serokkomarê nemir yê Êraqê Celal
Talebanî li hember rastiya parêzgariyê bidin meşandin, en xizmeta pêkhateyên
din bikin berî pêkhateyên kurd .
Kerkûk Êraqeke bi çûke, nasnameya wê ya piralî wek nasnameya
Êraqî ye û nekokiyên ku tê de diqewimin mîna cudahiyên ku li tevahiya Êraqê ye.
Tiştekî xwezayî ye ku yek gotinek têde û peydakirina lihevkirin û pêkvejiyanê
bibe destkeftiyek ji bo hemû Êraqê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

