Serok Bafil: Em ê tola şehîdên xwe hilînin
Kurdistan 07:17 PM - 2024-08-10
PUKMEDIA
Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî di peyamekê de sersaxî ji malbatên şehîdan Şemal Mehmûd û Huner Talib û Dezgeha Asayîş re xwest û ragihand:’’Me soz daye Kurdistan û gelê xwe yê ezîz ku em ê ax û canê welatiyên xwe biparêzin. Xwîna van şehîdan ji bo Kurdistanê hat rijandin. Em soz didin ku em ê tola vê xwînê hilînin."
Nivîsa peyamê
Şehadeta 2 xebatkarên Asayîşa Herêma Kurdistanê (Şemal Mehmûd û Huner Talib) di dema bicihanîna erk û parastina canê hemwelatiyan li Karadagê, em gelekî dilgiran in.
Ji malbata wî ya serbilind, rêheval û saziyên ewlehiyê re sersaxiyê dixwazim û şîna wan parve dikim.
Me soz daye Kurdistan û gelê xwe yê ezîz ku em ê ax û canê welatiyên xwe biparêzin. Xwîna van şehîdan ji bo Kurdistanê hat rijandin. Em soz didin ku em ê tola vê xwînê hilînin.Em ê ti cih ji kesên ku dixwazin aramiya xaka me xera bikin û jiyana gelê me bixin xeteriyê nehêlin.
Silav li ser ruhê şehîdan û serxweşî li malbatên wan ên berxwedêr.
Bafil Celal Talabanî
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

