Dije Teror: Yekem şikandina terorîstan li Mexmûr`ê dest pê kir
Kurdistan 12:28 PM - 2024-08-10
PUKMEDIA
Logoyê Dije Terorê
Rêveberayetiya
Giştî ya Dije Teror ya Kurdistan`ê ( CTG) di daxuyaniyekê de ku kopiyek ji wê ji
bo PUKMEDA hatiye şandin têde amaje bi wê yekê dike ku beriya 10 salan tenê di
çend rojên derbazbûna li ser girtina Şengal`ê û vekirina sengeran di rûyê terorîstên DAIŞ`ê de û valakirna çendîn
nevçeyan bi bê berevanî û dirustbûna metirsiyê li ser bajarê Hewlêr ya paytexta
Herêma Kurdistan`ê , hêzên Rêveberayetiya Giştî ya Dije Terorê bûn mertalek polayî ji bo parastina paytexta Herêma Kurdistan`ê û Rimeke tîj di rûyê terorîstên
DAIŞ`ê de ku dikarîn di dema demjimêrek û 30 deqeyan de Mexmûr`ê ji terorîstan paqij
bikin.
Eşkere kir ji ku wek serok Bafil Celal Talebanî amaje pê kiriye, bi tenê bi 88
Pêşmerge yên Dije Terorê wan dikarîn Mexmûr`ê azad bikin; ku ew rêxistina
terorîstî li ser destê kurên Dije Terorê li sinorê axa Kurdistanê tûşî şikestinê
bûn; di demekê de ku ew rêxistin ji têkşikndina aratêşên 2 welatan vegeriya bû.
Di
daxuyaniya Dije Terorê de hatiye: Ji Zaxo heya Xaneqîn`ê, ji Kubaşî bo Kobanê,
Dije Teror xwe bi berpirsyar dizane, li hemberî axa Kurdistan`ê û dastan û çêrokên
vê hêzê şahidiyê vê yekê didin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

