Komisyonê tîropişk bo hejmara partî û namzedan dike
Kurdistan 02:49 PM - 2024-08-09
PUKMEDIA
Parleman û logoya Komisyonê
Sibe roja şemiyê li bajarê Hewlêrê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan
li Êraqê tîropişk bo hejmara partî,
hevpeymanî û namzedên takekesî yên beşdar di hilbijartinên Parlamentoya
Kurdistanê de ku biryar e di 20.10.2024 de bê lidarxistin, birêve diçe.
Komîsyonê di daxuyaniyekê de ragihand: Komîsyona Bilind a
Serbixwe ya Hilbijartinan ji bo hilbijartinên 2024’an ên Herêma Kurdistanê û Êraqê,
tîropişk bo hejmara hevpeymanî, partî û namzedên takekesî yên ku beşdarî
hilbijartinên 2024’an ên Parlamentoya Herêma Kurdistanê de hat kirin.
Komîsyonê da zanîn ku tîropişk dê roja şemiyê 10/8/2024ê li
otêla navnetewî ya Hewlêrê saet 10ê sibê were kirin.
Komisyonê her weha ragihand ku di hilbijartinên Parlamentoya
Kurdistanê de 139 lîsteyên hilbijartinan beşdar in ku ji wan 2 hevpeymanî, 13
partî û 124 namzedên takekesî hene.
Hejmara namzedên giştî yên takekesî 85 kes û hejmara
namzedên pêkhateyan jî 39 kes in, ku 19 namzedên mesîhî bi vî awayî hatine
dabeşkirin: Hewlêr 7, Silêmaniyê 4, Duhok 8 namzed û 20 namzedên tirkmen jî bi
vî awayî hatine belavkirin: Hewlêr 14, Silêmanî 6 namzed.
Di 26ê Hezîrana 2024ê de, Serokatiya Herêma Kurdistanê
biryara pêncem derxist û tê de, di rûniştina xwe ya şeşan de, roja nû ji bo
lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê diyar kir, piştî ku berî
niha 4 biryarên bi vî rengî dabûn, lê hilbijartin hatibûn paşxistin û di rojên
diyarkirî de pêk nayên.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî biryar da ku roja
20.10.2024ê weke roja lidarxistina hilbijartinên şeşemîn civîna Parlamentoya
Kurdistanê were destnîşankirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

