YNKê: Eger em pirsgirêka Kerkûkê çareser nekin, dê rêveberiya me bikeve gumanê
Kurdistan 04:40 PM - 2024-08-07
PUKMEDIA
Berdevkê YNKê Saadî Ehmed Pîre
Saadî Ehmed Pîra di derbarê posta parêzgariya Kerkûkê ragihand:"Hilbijartinan îspat kir ku Kurd li bajêr pirin û divê di zûtirîn dem de Parêzgarêk bê tayînkirin. Eger em pirsgirêkan çareser nekin, ev tê wê wateyê ku em nikarin xwe birêve bibin û pirsgirêkên xwe çareser bikin."
Divê Kurdek weke Parêzgarek bê tayînkirin
Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Saadî Ehmed Pîre di hevpeyvînekê de ligel PUKMEDIA ragihand: "Hilbijartinan îsbat kir ku Kurd piraniya bajêr in û divê di zûtirîn dem de Kurdek weke parêzgarê Kerkûkê were destnîşankirin."
“Berê eger me pirsgirêkan çareser nedikir û Dadgeha Federalî jî pirsgirêk ji bo me çareser dikir, eger vê care em bi xwe pirsgirêka Kerkûkê çareser nekin, dê reaksîyonek xirab hebe û îspat bike ku Kurd nikarin xwe birêve bibin û pirsgirêkên xwe çareser bikin, wê demê hikûmeta federal an jî dadgeha federal dê pirsgirêkê çareser bike.’’Pîre got
Divê hemû partî beşdarî rêveberiya bajêr bibin
Her wiha got: ‘’Pêwîste YNK çend pêşniyaran pêşkêşî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û aliyên ku pê re dicive, bike, da ku xizmeta kurdan û pêkhateyên din ên Kerkûkê bike.
Pîra got:"Pêwîste parêzgarekî Kerkûkê hebe ku xelkê bajêr be û li gorî şarezayên hilbijartinê ew post bo Kurdan be û di nava Kurdan de jî bo YNK'ê be.He rwiha em ligel wê yekê ne ku hemû aliyên Kerkûkê li gorî dengên xwe li bajêr beşdar bibin.”
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

