Talebanî: Divê Hollanda alîkariya Herema Kurdistanê bike
Kurdistan 04:09 PM - 2024-08-07
Buroya Çapemeniyê ya Qubad Talebanî
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Konsulê Giştî yê Holanda
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî pêşwaziya Jako Birends Konsulê Giştî yê Holanda li Herêma Kurdistana Iraqê kir û li ser çend mijarên balkêş gotûbêj kirin.
Di hevdîtinê de ku roja Çarşemê (07.08.2024) li bajarê Hewlêrê bi helkefta bidawîhatina erkê Konsûlê giştî hat lidarxistin, Qubad Talebanî hêviya serkeftinê ji Konsulê Giştî yê Holendayê re di erkê dahatû de xwest.
Cîgirê serokwezîr amaje bi alîkariyên berê yên Holendayê ji bo çaksaziya Wezareta Pêşmerge, çaksaziya aborî û çendîn warên din kir û hêvî xwest ku di pêşerojê de jî ev alîkarî berdewam be û pêwendiyên her du aliyan zêdetir pêşde biçin.
Li beşekî dinê vê hevdîtinê de behsa pêwîstiya pêşxistina şarezayiyên karsaz û nûjenên ciwan hat kirin ku her du alî li ser wê yekê hevdeng bûn ku pêşxistina şarezayiyên ciwan ên karsaz û nûker dê bibe sedema geşepêdana aborî û sektora taybet li Herêma Kurdistanê. Di vê çarçoveyê de, Qubad Talebanî hêvî xwest ku Holenda di warê pêşxistina ciwanan de alîkariya Herêma Kurdistanê bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

