Talebanî û Balyozê Brîtanya: Divê penaber bê tirs vegerin warê xwe
Kurdistan 04:48 PM - 2024-08-05
Daxuyaniya Qubad Talebanî
Cîgirê Serokwezîr û Balyozê Brîtanya
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê Stephen Hitchen kir û di wê hevdîtinê de pirsa Şengalê, rewşa emnî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û çendîn mijarên din ên balkêş gotûbêj kirin.
Civîna îro roja duşemê (05.08.2024) li bajarê Hewlêrê hat lidarxistin û Cîgirê Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Daban Şadala jî amade bû, behsa rewşa Şengalê hat kirin û her du alî tekez li ser wê yekê kirin ku pêwîste bilez avadankirin û aramkirina deverê were kirin daku koçber bê tirs û xof vegerin warên xwe.
Di vê derbarê de cîgirê serokwezîr balkişand li ser wê yekê ku pêwîste xelkê deverê di asayîkirin û avadankirina navçeyên xwe de beşdar bin û pêwîstî bi giheştina rêkeftineke berfireh bo parastina aramiyê û dabînkirina vegera penaberan pêwîst dît.
Eşkere kir ku ewê hemû hewlên xwe bidin ji bo çareserkirina pirsa Şingalê bi awayekî ku di berjewendiya gelê herêmê de be.
Li beşekî dinê vê hevdîtinê de, her du alî behsa pêşhatên dawî yên siyasî û ewlekarî yên li deverê de kirin û her du alî li ser wê yekê hemfikir bûn ku her du aliyên hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hemû aliyên Iraqî hestiyartir tevbigerin û ji bo parastina asayîş û aramiyê bi hev re kar bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

