Bêyî Yekîtiya Niştimanî ti biryareke siyasî li Kerkûkê nayê dayîn
Kurdistan 01:55 PM - 2024-08-05
PUKMEDIA
Kerkûk
Li gorî qanûnê 6 roj mane ku hêzên siyasî yên ku di Encûmena
Parêzgeha Kerkûkê de cih digirin, li ser pêkanîna rêveberiya xwecihî ya nû li
parêzgehê li hev bikin, di heman demê de endamekî Encûmena Parêzgehê tekez dike
ku bêyî ku ti biryareke siyasî li Kerkûkê derbas nabe bêyî Yekîtiya Niştimanî
ya Kurdistanê.
Endamê Encumena Parêzgeha Kerkûkê ji fireksiyona YNK, D.Ehmed
Fetih di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand: Heta niha roja civîna bê ya
Encûmena Parêzgeha Kerkûkê nehatiye diyarkirin, lê em hêvîdar in ku hêzên
siyasî heta 11 vê mehê bigihin rêkeftinekê û parêzgar û postên din bên
hilbijartin û got: Di vê derbarê de danûstandin di navbera fireksiyon û hêzên
siyasî de berdewam in.
Herweha D.Ehmed Fetih got jî: Biryar bû roja pêncşema borî
civîna encûmena parêzgehê ji bo helbijartina parêzgarê Kerkûkê û serokê
encûmena parêzgehê bihata lidarxistin, lê li ser daxwaza serokwezîr Mihemed Şeya
Sûdanî civîn hat paşxistin û em hewl didin ku di vê hefteyaê de rûniştin pêk were.
Endamê Encumena Parêzgeha Kerkûkê eşkere kir: Ji dema
damezrandina lîsteyan berî hilbijartinan, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
berdewam daxwaza pêkanîna lîsteya yekgirtî ya Kurdî bo hilbijartinên encumena
parêzgeha Kerkûkê dike û niha jî daxwaza yekdengiya Kurdistanî dike, ji ber ku
siyaseta zivirîn û pî badanê bi Yekîtiya Niştimanî re bi ser nakeve, di rastiyê
de ew xwekuştina siyasî ye, ji ber ku em nêzîkî hilbijartinên Parlamentoya
Kurdistanê ne û hemû çav li ser hilbijartina parêzgarê Kerkûkê ye.
Encûmena Parêzgeha Kerkûkê roja 11/7/2024ê yekem civîna xwe
bi amadebûna her 16 endamên xwe, nûnerê serokwezîr Mihemed Şeya El-Sudanî û
nûnerên partiyên siyasî yên Kerkûkê lidar xist. Divê rêveberiya nû di nava 30
rojan de ji roja lidarxistina yekemîn civîna Encûmena Parêzgehê de were
avakirin.
Encumena Parêzgeha Kerkûkê ji 16 kursiyan pêk tê û li gorî
encamên hilbijartinan, Kurdan 7 kursî di Encûmena Parêzgehê de bidest xistin,
ku 5 kursî ji bo Yekîtiya Nîştimanî (Kerkûk hêz û vîna me ye) û 2 kursî jî ji
bo Demokrata Kurdistanê bûn, lîsteyên Ereban 6 kursî û Tevgera Babil jî 2 kursî
bi dest xistin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

