Mûçeyên parlementoyên Êraqê hat kêmkirin
Îraq 12:32 PM - 2024-08-05
PUKMEDIA
Dînarên Êraqî
Endamên Encumena Nûneran mûçeyên meha Tîrmeha îsal
werdigirin, piştî ku hatin kêmkirin ku salên xizmetkirin û birwename û zewacî û
zarok hat hesibandin, ev yek di cîbicîkirina biryara Dadgeha Federalî de ye ji
bo guhertina mûçeyên kesên xwedî astên bilind.
Biryar piraniya nûneran digre
Di vê derbarê de biryarderê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Parlementoya Êraqê Kerwan Yarwês ji PUKMEDIA re ragihandiye: Mûçeya endamên civata nûneran hate kêmkirin û ev li ser daxwaza kêmkirina mûçeyên wan kesên pilebilind di hikûmeta Êraqê de hatiye, û di berdêla wê de jî nêrînek heye ku endamên parlamentoyê yên xwedî bawernameyên taybet nekevin nav wan kesên xwedî bawernameyên pilebilind, ji ber ku dema endamtiya parlamentoyê tenê 4 sal in.
Kerwan Yarwês her wiha got: Li gorî vê biryarê salên kar, taybetmendiyên birwename, zewac û zarokan, weke pîvana mûçeyê hatin hesabkirin, berê mûçeya endaman dihate birîn ku 8 milyon û 200 hezar dînar bû, lê li gor biryara niha mûçeyê piraniya endamên civata nûneran hat kêmkirin.
Herweha biryarderê Yekîtiya Niştîmanî diyar kir ku diviyabû kar û çalakiya nûnerê wek pîvana mûçeyê wî bihata kirin, lê li gorî biryara nû, mûçeyê her endamekî Encûmena Nûneran 4 milyon dînare û paşê terxankirinên din jê re tên hesabkirin, û bi vî awayî mûçeyên wan ne wek hev in û tenê ji bo kesên xwedî bawernameya doktorayê tê zêdekirin.
Yek ji nûneran gilî li dadgeha federal vekir
Ji aliyê xwe ve endamê Civata Nûneran ya Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê Çiro Heme Şerîf ji PUKMEDIA re ragihand: Biryara Dadgeha Federalî ya
serrastkirina mûçeyên wan kesên xwedî pileya bilind, piştî wê yekê hat ku li
dadgehê doz hatiye vekirin.
Wê herwiha got: Ji ber vê biryarê, zêdetirî hefteyekê
dabeşkirina mûçeyên endamên civata nûneran hat paşxistin û piştî kêmkirina li
gor biryara nû ew mûçe wergirtin.
Di serdema hikûmeta Heyder Ebadî de ku di sala 2014an de bû
serokwezîr, piştî hilbijartina sêyemîn civîna Civata Nûneran, biryar hat dayîn
ku mûçeyên nûneran û hejmara pasewanan were kêmkirin ji ber qeyrana aborî ya wê demê, lê piştî wê biryar
hat betalkirin û tişt vegeriyan rewşa xwe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

